DMME'yê dosyaya çapemeniyê red kir 2019-11-24 11:27:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên ji doza çapemeniya KCK'ê bi awayekî neheq hatin girtin û tên darizandin ku serî li DMME'yê dan serlêdana wan hat redkirin.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), dosyaya ku wekî "Doza Çapemeniya KCK'ê" tê binavkirin û 46 rojnameger jê hatin darizand bi hinceta ku mafê serlêdana ji bo AYM'ê berdewam dike red kir.  Rojnameger ji ber ku bi awayekî nehq  hatibûn girtin serî li DMME'yê dabûn. Lê  dema ku rojnameger hatibûn girtin û serî li DMME'yê dabûn mafê serlêdana kesane ya ji bo AYM'ê ne di dewrê de bû.   Parêzer Ramazan Demîr ku biryar li ser medya civakî ragihand û got, "Doza ku wekî doza Çapemeniyê ya KCK'ê tê zanîn û 46 rojnameger jê tên darizandin li gel ku dema rojnameger bi awayê neheq jê hatin darziand û dema serî li DMME'yê dan, mafê serlêdanê wekî kes ji bo AYM'ê ne di meriyetê de bû bi hinceta ku serî lê nehatiye dayîn hat redkirin."