Daneşîna doza kujerê Sêwan û zarokên wê hat dîtin 2019-11-17 18:48:16   SILÊMANÎ - 1'emîn Daneşîna Doza kujerê Sêwan Qdir û zarokên wê Diyar Mecîd  hat dîtin û malbata Sêwan xwest ku Diyar Mecîd ê kujer bê sêdar kirin.    Di 16'ê kanûna 2018'an de li taxa Asude ya bajarokê Çemçemal yê girêdayî parêzgeha Silêmaniyê jinek bi navê Sêwan Qadir li gel sê zarokên xwe yêb bi navê Larîn  Diyar a 2 salî, Darîn Diyar ya bi temen 5 salî û Derûn Diyar ê temen yek sal di mala xwe de ji aliyê Diyar Mecîd ve hatin şewitandin û bi awayek zindî hersê zarokan jiyana xwe ji dest da, Sêwan Qadir ku temenê wê 23 salî bû laşe wê ji %90 şewitî bû. Piştî hefteyekê li nexweşxaneyê bi sedema rêjeya gelek ya şewata zêde jiyana xwe ji dest dabû. Daneşîna 1'emîn a Doza bersûcê kuştina Sêwan  û zarokên wê  hat dîtin.    Xuşka Sêwan Qadîre û birayê wê  Şivan û parêzerên wê tevli daneşînê bûn.    Parêzerên Sêwan di daneşînê de xwestin ku Diyar Mecîd ê ku bi kuştina Sêwanê tê tawanbarkirin beriya sêwan û zarokên wê qetil bike çend caran gef lê xwarine  û xwestin ku bê sêdearkirin.