Di doza nisêbînê de daneşîna 2 kesî hat kirin 2019-11-14 15:31:36   MÊRDÎN - Di doza Nisebînê ku ji hev hatibû veqetandin de daneşîne 2 girtiyên hat kirin. H.B. ku derket pêşberî dadger, diyar kir ku îfadeyên ku derbarê wî de hatine dayîn bi îşkenceyê hatine girtin û got ku Xweseriya Demokratîk maf e, nabe sûc.   Di 26'ê Gulana 2016'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, 17 jê zarok 70 kes hatibûn girtin û doz li wan hatibû vekirin. Daneşîna girtiyê zarok H.B. û Mahsûn Çay ku doza wan ji hev hatibû veqetandin û li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Daneşîn bi tespîtkirina nasnameyê hat destpêkirin.     Destpêkê daneşîna H.B. hat dîtin. H.B. û parêzerê wî Azad Yildirim tevlî daneşînê bûn. Heyeta dadgehê ku li bendê ye biryara xwe aşkera bike, daxuyanî û belgeyên ku li dosyayê hatibûn zêdekirin xwend û mafê axaftinê da parêzer Azad Yildirim. Azad ji bo lêkolînkirina daxuyaniyan daxwaza demê kir.    'Ji bo piştgiriyê li wê bûm'    H.B. di parastina xwe de diyar kir ku ji bo piştgiriya daxwaza gelê Nisêbînê li navçeyê bûye û wiha got: "Daxwaza Xweseriya Dmeokratîk maf e û nikare sûc bê hesibandin. Kesên derbarê min de îfade dane di bin îşkenceyê de îfade dane. Min çekê bi kar nanî. Kesên îfade dane jî diyar kirin ku îfadeyan bi zorê bi wan dane îmzekirin. Di dosyayê de tiştekî şênber nayê dîtin."   Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Azad Yildirim qebûl kir û ji bo sibê dîsa berdewam bike navber da daneşînê.     SEGBÎS qebûl nekir   Piştre daneşîna Mahsûn Çay hat dîtin. Mahsun, li Girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bû. Parêzerê wî jî di daneşînê de amade bû. Di daneşînê de dozgeriyê di mutalaaya navberê de xwest ku girtina Mahsun bê berdewamkirin. Parêzerê Mahsun Çay tehliye muwekîlê xwe xwest. Mahsun jî beraata xwe xwest. Mahsun diyar kir ku naxwaze bi SEGBÎS'ê tevlî daneşînê bibe û dixwaze li eywana dadgehê parastina xwe bike.    Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Mahsun da û daneşîna wî taloqî 31'ê Çileya 2020'an kir.