Dosyaya Selamet Yeşilmen a hat qetilkirin 4 sal in di refê de tê sekinandin 2019-11-13 10:38:54   MÊRDÎN - Selamet Yeşilmen di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de li baxçeyê xwe bûbû hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest dabû. Lêpirsîna derbarê mirina Selametê tevî raporên otopsiyê û îfadeyan şahidan jî hîn qansî bejan genim pêş neketiye. Dozgerî bi hinceta "Di destên me de têra xwe delîl tune ye, em kujeran nikarin bibînin" dosyaya Selametê di refên bi doz de dide sekinandin.    Li Nisêbîna Mêrdînê di 3'yê Mijdara 2015'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di 3'yemîn derketina qedexeya derve de (6'ê Mijdarê' Selamet Yeşilmen (44) dema ku derdikeve ber deriyê xwe dibe hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest dide.  Selameta dayika 5 zarokan  dema ku dema dadikeve baxçeyê xwe hedef tê girtin û 2 zarokên wê jî birîndar dibe.    Di îfadeyên şahidan de hatibû diyarkirin ku derb ji ku derê hatiye lê tevî vê yekê hîn jî hîn lêkolîn pêş neketiye.    Ji ber xwîna wê zêde çûbû jiyana xwe ji dest da   Ji ber ku ambulans di rê de gelekî sekinîbû û demak Selametê li ambulansê hat siwarkirin şûnde jî Selametê di hundurê ambulansê de hatibû sekinandin xwîna wê zêde çû û jiyana xwe ji dest da. Parêzeran derbarê bûyerê de li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê serîlêdan sûc kiribûn. Piştî serîlêdana sûc a 2015'an de di dosyayê de rapora otopsiyê û îfadeya şahidan jî cih girt. Şahidan diyar kiribûn ku gule ji wesayeta zirxî li Selametê ketiye. Tevî vê yekê dozgerî dosyayê ji 2015'an heta niha dide sekinandin.