Daneşîna doza Leyla Guven ku jê tê darizandin sibe tê dîtin 2019-11-12 11:46:35   AMED - Daneşîna doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku jê tê darizandin û derbarê wê de 46 sal ceza tê xwestin sibe li 9'emîn Dadadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin.    Daneşîna Doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û parlamentera HPD'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji ber li dijî oparasyona Tirkiyeyeê ya li ser Efrînê pêk anînbertek nîşan da û di demên cuda de daxuyaniyên cur bi cur dane bi îdaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê sibe wê bê dîtin.    Parêzeran îtîraz kir   Leyla, ji ber daxuyaniyên derbarê operasyona li dijî Efrînê da de, di 22’yê Çileya 2018’an de hat binçavkirin û di 31’ê Çile de jî hatibû girtin. Parêzeran îtîrazî girtiyana Leylayê kirin û Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê di 29’ê Hezîrana 2018’an de biryara berdana wê dabû. Li gel biryara dadgehê jî Leya nehatibû berdan û Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtîrazî berdana Leyalyê kirbû. Îtîraza Serdozgeriyê hatibû qebûlkirin û Leyla di girtîgehê de mabû.    Leyla dest bi çalakiyê kiribû   Leyla li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bê dûrveger kiribû û di roja 79’emîn a çalakiya grevê de, di daneşîna xwe ya 25’ê Çileyê de hatibû berdan.    46 sal ceza ji Leylayê re tê xwestin   Bi hinceta ku Leylayê derbarê êrîşên dewleta  tirk ên li ser Efrînê daxuyanî dane û tevli çalakiyên cur bi cûr bûye bi îdaya "Endamtiya rêxistin" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 25 salan heta 46 salan jê re cezayê girtîgehê tê xwestin.