Gumanbarê îstîsmarê saleke li derve ye 2019-11-12 09:16:08   MÊRDÎN - Gumanbarê bi navê A.K ku li Qoserê zarokek îstîsmar kir, tevî daxwaza ceza a Dadgehê beyî bê girtin tê darizandin.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê di 2017’an de mêrê bi navê A.K, li hember zarokeke ku li yurdê dima îstîsmara zayendî pêk anî. Piştî îstîsmarê Rayedarên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî serlêdana sûc kirin û piştî salekê lêpirsîn hat destpêkirin û tevî daxwaza cezakirinê, A.K. girtî nema û niha li derve ye.   Di lêpirsînê de Dadgeha Asliyeyê ya Qoserê biryara bêrayebûnê da û piştre dosya şandin Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Piştî gilî di 2019’an de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de biryar hat dayîn ku A.K. ji sûcê ‘kes ji azadiya wan bêpar hiştin, li hember zarokê îstîsmara zayendî’ doz bê vekirin.   Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin. Gumanbar îstîsmar red kir û dozgeriyê delîl û îfade li ber çavan girt û daxwaza cezakirina A.K. da. Runiştina yekem di 7’ê Mijdarê de hat dîtin û beyî îfadeyên gumanbar û zarokê bê girtin doz hat taloqkirin.