Ji bo Rojda Nazlier 7 sal û 6 meh ceza tê xwestin 2019-11-07 11:29:07     AMED -  Dozger li ser îfadeya 2 kesan der barê Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier a di 20'ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin û piştre qeyûm tayînî şûna wê kirin, îdîaname amade kir û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.    Di 20'ê Kanûnûnê de polîsan Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Hevşaredara Navçeya Peyasê ya Amedê Keziban Yilmaz, Hevşaredarê Bismîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier binçav kirin.    Polîsan hemwext bi ser mala Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier de jî girtin. Polisan piştî lêgerîna malê Rojda binçav kirin. Piştî Rojda derxistin dadgehê, dadgehê der barê wê de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Wezîrê Karên Hundir bêyî li benda encama dadgehê bisekine Qeymeqam tayînî şûna Rojda Nazlier  kirin. Dozger jî lêpirsîna der barê Rojda de temam kir û îdîaname amade kir. Dozger li ser îfadeya 2 kesên diyar û kesek nediyar  ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê xwest û dosya pêşkêşî 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dadgehê jî îdîaname qebûl kir.    Kesê bi navê Ercan Tuci (Zerdeşt) û Emrah Budak (Canfida Agiri) 13 roj beriya Nazlier  bê binçavkirin li ser Rojda îfade dabûn Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Şahidek nepen roja ku Rojda sewqî dadgehê kirin îfadeya wî amade kirin. Dozger li ser îfadeyê şahidên aşkere û nepen îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir. Dozger der barê Nazlier de ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest û pêşkêşî dadgehê kir.    Yekemîn danişina doza Rojda dê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 27 'ê Çileya 2020'an de bê dîtin.