Daneşîna doza Sara Kaya hat taloqkirin 2019-11-06 11:27:19   MÊRDÎN - 14'emîn Daneşîna Doza Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya ku îro hat dîtin dîsa hat taloqkirin. Sara ji heyeta dadgehê pirsî, "Sûcê hevşaredarên ku nû hatin hilbijartin çi bû?"    Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê, di 13 Çileya 2017'an de Hevşaredara Berê ya Nisêbîn ku bi ser mala wê de hat ghirtin û qeyûm tayînî şûna wê hat kirin 14'emîn Daneşîna Doza wê  hat dîtin. Daneşîna li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdîn ê hat dîtin. Sara ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê û daneşîn piştî tespîta nasnameyan hat destpêkirin.    'Sûcê hevşaredarên nû çi bû?'   Sara parastina xwe bi kurdî kir û wiha got: "Hîna bêyî ku 6 meh di ser hilbijartinê re derbas bibin we ew jî girt. Sûcê wê çi bû .Ez îfadeya xwe ya berê dubare dikim. Ez wekî hevşaredar hatim girtin. Ev 3 sal e ez girtî me. Ev biryareke siyasî ye û ez tehliyeya xwe dixwazim.    'Miwekîla min li ser îfadeya şahidan 3 sal e girtî ye'   Piştî Sarayê parêzerê wê Kamuran Tanhan mafê axaftinê girt û wiha got: "Di îdanameyê de li ser 3 xalan disekinin. Îdaya nameyê jixwe hat pûçkirin.  Rewşa şahidan hebû. Ew jî dema muwekîlê min di girtîgehê de bû pê re hevdîtin kiribûn. Şahidan gotiye hewce nake xala 302 bê niqaşkirin û ji bo cezakirinê divê wekî hincet neyê nîşandan.  Ev sê sale muwekîla min li ser îfadeya şahidan girtî ye û ev dijhiqûqî, ye.  Beriya ku bibe hevşaredar derbarê wê de tu lêpirsîn tunebû. Lê piştî ku bû hevşaredar wekî endama rêxistinê hat îlankirin. Ji bo muwekîla min zêde neyê mexdûrkirin ez htahliye û beraeta wê dixwazim."   Piştî parastinê heyeta dadegehê 5 deqe navebr da. Piştî navberê heyetê biryara ku rewşa girtî ya Sarayê berdewam bike da û daneşîn taloqî 17 çilewya 2020 hat kirin.