Doza Pirsûsê taloqî 2020'an hat kirin 2019-11-01 16:04:55   RIHA - Di 12'emîn rûniştina doza derbarê qetilkirina 33 kesên li Pirsûsê de daxwaz hat kirin ku ji ber gotinên Serokê wê Serdemê Ahmed Davutoglu yên "Ez biaxivim ew nikarin li rûyê kesekî binêrin" li Ahmed Davutoglu bê guhdarkirin.    Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çanda Amarayê ya li Pirsûsa Rihayê 33 endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SDGF) hatin qetilkirin. 12'emîn rûniştina doza derbarê qetilkirina 33 kesên li Pirsûsê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Malbatên kesên hatin qetilkirin, gaziyên Pirsûsê, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, HDP, ESP, SDGF, Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û parêzerên girêdayî baroyên Dîlok, Amed û Enqereyê beşdarî rûniştina li Kampursa Girtîgeha Girtî ya Tipa T ya Rihayê hat dîtin, bûn.    Piştî parastinan navber hat dayin û piştî navberê heyeta dadgehê daxwaza beşdarbûna Serokê wê serdemê Ahmed Davutoglu û girtina Abdullah Omer Aslan red kir. Dadgehê rûniştin taloqî 31'ê Çileyê 2020'an kir.