DMME'yê dîsa Tirkiye mahkûm kir 2019-10-29 16:49:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Mafên Mirovan a  Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DTP'ê Hatîce Çoban, bi "binpêkirina azadiya derbirînê" Tirkiye mehkûm kir.   Siyasetmedara kurd Hatîce Çoban 2007'an ji ber axaftina di çalakiyekê de kiribû hatibû îdîakirin ku "propagandaya rêxistinê kiriye" û hatibû mehkûmkirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya DTP'ê Hatîce Çoban bi "binpêkirina azadiya derbirînê" Tirkiye mehkûm kir.   Hatîce ya ku serî li DMME'yê dabû got di axaftina xwe de wê gotibû divê meseleya kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin.   Dadgerên DMME'yê biryar  da ku dadmendiya tirk li ser naveroka axaftinê ranewestiyaye û "azadiya derbirînê" hatiye binpêkirin.   DMME'yê bi biryareke ku Çileya 2016'an dayî, girtina DTP'ê ya ji hêla dewleta tirk ve mehkûm kiribû û dadgehê biyar li ser dabû ku girtina partiyê binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û binpêkirina mafê avakirina komeleyan e.