Ji bo zaroka Emîne Bulut biryara vasiyek nû 2019-10-28 14:32:25   ENQERE - Parêzer Enver Kiliç ku bi biryara dadgehê wekî qeyûm tayînî zaroka Emîne Bulut hat kirin diyar kir ku ew ê biryara dadgehê ya vasî bibe temyîzê.   Li Kirikkaleyê Emîne Bultu ji aliyê Fedaî Varan ê ku xwe jê berdabû ve hat qetilkirin. Heyeta Dadgehê ji bo zaroka 10 salî ya Emîne Bulut bi biryara dadgehê parêzer Enver Kiliç ji bo ku bi karê malî yê zarokê eleqeder bibe vasî tayîn kir û kalê zarokê Ahmet Bultun jî ji bo karê zarokê yê li saziyên fermî vasî tayîn kiribû.   Vasî Enver Kiliç diyar kir ku ew ê biryar bibe temyîzê û wihagot:"Divê zarok cuda neyê pênasekirin, lêçûnên wê yên rojane ji aliyê kalê wê ve tên pêşwazîkirin. Di encama alîkariya hat kriin de hinek pereyê wê jî heye di hesabê wê de. Hayê malbatê jî ji vê heye. Dema pêdivî pê hebe wê ji bo zarokê bi kar bînin. Lê wekî ku ji raya giştî re hat aşkerakirin tu alîkariyeke mezin jî nehatiye kirin. Di rojên ewl de her kesî tiştek digot û soz didan. Lê ev soz bi cih nehatin anîn.