Cezayê muebetê dan mêrê kujer 2019-10-28 11:35:01   ENQERE - Ji bo Canogul Yigit ê ku li Enqereyê Gulseren Kartalci qetil kir cezayê muebetê hat dayin.    Jina bi navê Gulseren Kartalci ya li Enqereyê dijiya ji aliyê mêrê bi navê Canogul Yigit ku derbarê wî de birayara jidûketinê hatibû dayin û Gulseren dixwest jê veqete, hatibû qetikilkirin. Rûniştina biryarê ya doza Canogul Yigit dihat darizandin li 33'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Piştî tespîta nasnameyê rûniştinê dest pê kir û piştî parastinan dadgehê ji ber sûcê "Bi zaneyî kuştiye" cezayê muebetê da Canogul Yigit.