Şîdet û îstîsmar bi destê hiqûqê tê rewakirin 2019-10-28 09:12:43   ENQERE - Parêzer Suheyla Oguz diyar kir ku daxistina ceza û efûya ji bo îstîsmara zarokan ku bi pakêta daraza duyemîn dîsa hatiye rojevê, tê wateya ku bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin. Suheylayê got bi sererastkirina nefeqeyê jî wê bi destê dewletê li hember jinan şîdeta aborî pêk bê.   Piştî di çarçoveya Belga Stratejiya Reforma Darazê de pakêta ewil pêşnûmeqanûna 39 salî ji meclîsê derbas bû şûnde, tê payîn ku pakêta duyemîn ya darazê jî di mijdar an jî Çileyê 2020’an de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin. Divê di pakêtê de sererastkitinên der barê sînorkirina nefeqeyê de, zarokên rastî îstîsmarê hatine bi gumanbarên wan re zewicandin, cih digirin.   Parêzer Suheyla Oguz der barê pakêta darazê ya duyemîn de nirxandin kir.    ‘Encam wê gelek xerab bin’   Suheylayê wiha got: “Her çiqas çarçoveya wê zelal nebe jî tê gotin ku ji bo kesên ji teror, îstîsmar, êrîşên zayendî ceza girtin wê di înfaza wan de daxistin pêk bê. Di vê pêvajoya ku qirkirina jinê veguheriye qirkirina zayendê de, daxistina ceza bi tu awayî nayê qebûlkirin. Şîdeta li ser jinê ne tenê êrîşa zayendî ye. Sererastkirinek wisa wê rê li ber zêdebûna sûc vebike. Tê gotin ku sererastkirineke din ya der barê zarokên rastî îstîsmarê hatine û bi gumanbarê wan re zewicandin heye. Ev bi rastî tiştekî bi xof e. Encamên vê gelek giran û xerab in. Bi destê hiqûqê îstîsmar tê rewakirin. Ev pakêt bêsamimiyeta dewletê nîşan dide. Îstîsmar bi tu awayî nikare bê ceza bê hiştin. Dikare bê efûkirin. Di bin navê îstîsmarê de zewac nabe. Divê neyê jibîrkirin ku parastina jin û zarokan, berpirsyariya dewletê ye.   ‘Rakirina nefeqeyê, pêkanîna şîdeta aborî ye’   Suheylayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku gotinên ku dibêjin wê nîqaşên nefeqeya ku demek dirêj de di rojevê de ye, wê bi pakêta daraza duyemîn re bibe qanûnî û got: “Di şert û mercên zehmet yên ku jin tê de ne de behskirina rakirina nefeqeyê nikare bê axaftin. Di esasê de bi vê qanûna ku dixwazin bînin re dixwazin hemû rayeyên jinan yên der barê jiyana wan de ji destê wan bigirin. Rakirina nefeqeyê wê jinan bixe nava neçariyê. Rakirina nefeqeyê bi destê dewletê li hember jinan pêkanîna şîdeta aborî ye.”