Doza Fatma Şengul sibehê ye: Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin 2019-10-27 09:02:52   STENBOL - Fatma Şengul ku li cihê kar ji aliyê Zeynel Akbaş ve hat qetilkirin, doza wê sibehê tê dîtin. Zeynel Akbaş ji sûcê ‘ji qestî kuştin’ wê bi muebeta giran bê darizandin. Parêzer Aylîn Mert jî diyar kir ku ji bo doz neyê rojevê bi taybet 28’ê cotmehê hatiye tercîhkirin û bang li hemû jinan kir ku xwedî li dozê derkevin.   Li taxa Gulensu ya navçeya Stenbolê jina bi navê Fatma Şengul di 29’ê Adarê de ji mala xwe derket û diçû kar, ji aliyê mêrê bi navê Zeynel Akbaş ve hatibû qetilkirin. Doza Fatmayê di 28’ê cotmehê de wê bê dîtin. Zeynel ku li cihê kar bi Fatmayê re nîqaş kir, piştî cînayetê hewl da bireve lê ji aliyê cîranan ve hat girtin. Zeynel ku fêm kir ku nikare bireve, gule berda xwe û birîndar bû. Piştî dermankirina wî ya li nexweşxaneyê di 5’ê Nîsanê de hat girtin.   Serdozgeriya Komarê ya Anadolu ya Stenbolê der barê Zeynel Akbaş de ji sûcê ‘ ji qestî kuştin’ cezayê muebata giran, ji sûcê ‘girtina çeka bê ruhsat û li ser xwe gerandin’ ji salekê heta 2 salan bi daxwaza ceza îdianame amade kir. Di îdianameyê de îfadeyên zarokên Şengulê, îfadeyên şahidan, rapora otopsiyê, rapora espertîzê wek delîl cih girtin. Zeynel di îfadeya xwe de ji bo xwe xilas bike, îdia kir ku Fatmayê qerfên xwe pê kiriye û her wiha îtîraf kir ku 2-3 caran gule berdaye Fatmayê. Şahidan jî diyar kirin ku 2-3 gule bi ser Fatmayê de hatiye barandin û piştî bûyerê Zeynel hewl daye bireve.   Dozgeriyê hemû delîl û îfade nirxand û got bi armanca kuştinê gule bi ser Fatmayê de barandiye. Îdianameya ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Anadolu ya Stenbolê ve hat qebûlkirin, rûniştina dozê ya yekemîn di 28’ê cotmehê de saet di 09.00’an de wê bê dîtin.   ‘Dosya bi zîhniyeta serdest ya mêr tê meşandin’   Parêzera Fatma Şengulê Aylîn Mert daxuyakirin ku qetilkirina Fatmayê bi awayekî aşkera hatiye kirin û got: “Lê dîsa jî mekanîzmayên dewletê bi polîtîkayek serdest ya mêr pêvajoyê dimeşîne. Ji qerekolê heta dozgeriyê, ji dozger heta heyeta dadgehê, nîşan dide ku dosya çawa bê amadekirin wisa tê meşandin. Ji ber vê jî em girîngiyê didin asta dozgeriyê. Em bi taybet dixwazin ku wek dosya Şule Çet wek ‘întîxarê’ negirin. Em dixwazin gumanbar cezayê heq dike bigire.”   ‘Divê cezayê muebeta giran bigire’   Aylînê ev tişt anî ziman: “Ev cînayet plankirî hatiye kirin. Me jî ji dozgeriyê re wisa got. Gumanbar çeka xwe kiriye bêrîka xwe û ji bo kuştinê çûye. Di îfadeya wî ya ewil de ev tê gotin jixwe. Di îfadeya duyem de jî heman tişt tê dîtin. Sînyalên ku bi plankirî kuştiye dide ji xwe. Em ne cezayê muebetê, em cezayê muebeta giran dixwazin.”   ‘Hêza me ya herî mezin piştevaniya me ye’   Aylînê daxuyakirin ku keça Fatmayê, Açelyayê ji roja ewil de têkoşînek mezin daye û ji bo ku ji tahrîk û her wekî din ceza neyê xistin têkoşîn daye. Aylînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vir de hêza me ya herî mezin a jinan, piştevaniya me ye. Ev doz ji bo hemû jinan girîng e. Rûniştin sembol e, lê ya girîng di her qada jiyanê de piştevaniya jinan bê honandin. Ji ber vê em bang li hemû jinan, saziyên jinan dikin ku di 28’ê cotmehê de tevlî rûniştinê bibin. Bi taybet 28’ê Cotmehê tercîh kirine. Ji ber ku mesaiya 28’ê cotmehê nîv roj e. Li gorî min ji bo ku ev neyê rojeva rayagiştî bi taybet ev dîrok hatiye tercîhkirin. Dadgehê wê rojê dosyayek din nexistiyê. Îhtîmalek mezin hewl didin zûtir vê dosyayê bigirin. Ji bo vê jî divê jin zêdetir deng derbixin.”