Kujerê Kemal Kurkut dîsa nehat girtin 2019-10-24 14:02:40   AMED - Di doza bersûcê polîs ku ji kuştina Kemal Kurkut Yakup Ş. tê darizandin de rapora Lijneya Giştî ya ATK'ê ji dadgehê re nehat şandin û daxwaza girtina wî jî hat redkriin. Dayika Kemal ku di daneşînê de krîza sînîr derbas kir Secan Kurkut bi ser polîsê bersûc de qîriya û got "kujer".     Danişîna 7’emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Yakup Ş. ku ne girtiye bi sûcdariya “bi bizanebûn kuştinê” bi cezayê muebatê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîsa Yakup Ş. û parêzerê wî di danişînê de amade bûn. Dayika Kemal Secan û birayê wî Ferhat Kurkut, parêzerên malbatê Mehmet Emîn Aktar û Sîdar Avşar beşdarî danişînê bûn. Dayika Medenî Yildirim ê di şermezarkirina kalekola li Lîcê dihat çêkirin de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, parlamenterên HDP’ê Zeleyha Gulum, Serpîl Kamalbay û Salîha Aydenîz danişîn şopandin.     Polîsan li ber edliyê û di korîdora danişînê de ewlekariyek mezin girtin. Balkêş bû ku polîs bi taybetî nêzî dayika Kemal Kurkut Secan û birayê wî Ferhat rûniştin. Nêzî 20 polîsan danişîn şopandin.    Di deriyê taybet ê dadger û dozgeran re ket hundir    Bal kêş bû ku welatî hemû di bin ewlekeriyek zêde de ketin hûndirê salonê, lê bersûc polîs Yakûp Ş. jî di deriyê dozger û dadgeran re ket hûndirê avahiya edliyê.     Rapor nehat    Şandeya dadgehê, diyar kir ku rapora wan ji Saziya Giştî ya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê xwestibûn nehatiye.   Parêzerê Malbatê Mehmet  Emîn Aktar jî ji ber rewşa delîlên heyî û dosyeya ATK’ê xwest polîs bersûc bê girtin.    Polîsê bersûc dîsa nehat girtin    Şandeya dadgehê, bi hinceta ku dem di ser bûyerê re derbas bûye û îhtîmala ku nikare delîlan reş bike daxwaza girtina bersûc polîs Yakup Ş. red kir. Dadgehê biryar da ku li benda rapora kesê pisporê ya ji Saziya Giştî ya ATK’ê xwestin bimînin û danişîn taloqî 14’ê Cileya 2020’an kir.    Dayika Kemal bertek nîşan da   Dayika Kemal  Secan Kurkut  piştî biryara şandeya dadgehê, bertek nîşanî bersûc Yakup Ş. û parêzerên wî dan. Dayika ku krîza sînîr derbas kir bi ser bersûc de qîriya û got “Kujer.” Polîsan dûre dayik Secan ji salona danişînê derxistin.    'Kujer li nav me digere'   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, piştî danişînê li ber edliyê daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Ev 7 danişînin bersûc bêyî ku bê girtin tê darizandin. Dest û milên xwe dihejîne û dinava me de digere. Girtîgeh tije mirovin. Mirovên ku tenê Tweetekê jî avêtine niha girtîne. Lê polîsên ku Kemal kuştin dest û milên xwe dihejînin û dinava me de digerin. Carek din edalet tê kuştin û ji bo ku ev yekê çênebe, divê hiqûq bê bicih anîn.”