Welatiyên rastî îşkence û binçavkirinê hatin, doza tezmînatê qezenc kirin 2019-10-24 09:08:22   MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê di sibata 2017’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û bi qedexeyê re di pevçûna hatibû jiyîn de welatî bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û 13 rojan di bin çavan de mabûn. Di doza ku hatibû vekirin de welatiyên rastî îşkenceyê hatibûn, bi ser ketin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di Sibata 2017’an de gelek gundên girêdayê herêma Omeryan, piştî pevçûnên hatibûn jiyîn di bin dorpêçê de man û yek ji van jî gundê Xerabê Bava bû. Ji hewayê û bejayî ve operasyona leşkerî li gund hatibû kirin û ji gundiyan agahî nehatibû girtin û piştre hat hînbûn ku gundî bi îşkenceyê hatine binçavkirin.   Welatiyan qezenc kir   Di operasyonê de di nav de jin jî hebûn 35 kes hatibûn binçavkirin û biribûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê û 13 rojan di bin çavan de mabûn. Hinek gundiyan îşkenceya jiyabûn ji ajansan re vegotibûn. Jin rastî îşkenceya zayendî hatibûn û her wiha bûyerên derbkirin û girtina jî hatibûn jiyîn. Welatiyan piştî vê ji bo doza tezmînatê vebikin serlêdana sûc kirin û dosya ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran ve hatibû qebûlkirin. Welatiyan di doza ku vekiribûn de mafdar hatin dîtin û dewlet bi tazmînatê mahkûm kirin.   Doza ku bi serlêdana Şevkî Akad li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hatibû vekirin, di 7’ê cotmehê de rûniştina wê ya yekem hat dîtin û heyeta dadgehê welatî mafdar dîtin û diyar kir ku welatî ji dîroka hatine binçavkirin şûnde bi tezmînata mexdûran divê bi faîz bê dayîn.