Hevşaredarên HDP'yî hatin girtin 2019-10-22 20:16:21   AMED/WAN - Hevşaredara Erdîş Yildiz Çetîn, hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz û hevşaredara Kocakoy Rojda Nazlier ên di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.   Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn a 15’ê Cotmehê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû binçsvkitin û vê sibehê li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê bi îdîaya ‘endama rêxitinê ye’ hat girtin.   Herwiha Hevşaredara Peyasê Kezban Yilmaz û hevşaredara Kocakoy Rojda Nazlier ên duh di saetên sibê de hatin binçavkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin sewqî Edliyeyê hatin kirin. Kezban  û Rojda ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya  Nobedar ve bi hinceta 'endamên rêxistinê' hatin girtin.