Bi yek wêneyî cezayê muebeta giran li Zerga Açar hat birîn 2019-10-21 09:02:46   MÊRDÎN - Zerga Açar a 60 salî ku di 2017’an de li Nisêbînê hat binçavkirin û piştre jî ji ber du şahid û bi rengên ‘kesk, sor û zer’ wêneyên wê hene, hat girtin û ji doza dihat darizandin, cezayê muebeta giran û 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 2017’an de bi îxbarekê re jina bi navê Zerga Açar a 60 salî hat binçavkirin û piştre jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Zerga li ser îfadeyên şahidan û çend wêneyên wê rastî cezayê muebeta giran a girtîgehê hat. Darizandina li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat piştî du salan biryara wê hat dayîn. Di vê pêvajoyê de Zerga ewil şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û herî dawî jî şandin Girtîgeha Hewegê. Zerga di mehên borî de di bin îşkenceyê de surgunê girtîgeha Qeyseriyê ya Bunyanê hat kirin.   Dadgehê di mehên borî de di dawiya rûniştinan de bi biryara ku da, ji sûcên ‘yekitiya welat xerakirin’ cezayê muebeta giran, ji sûcê ‘ji bo fêdeya rêxistina sûc talankirin’ jî 13 sal û 6 meh ceza birî.   Zerga di meha cotmeha 2017’an de hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Der barê wê de îfadeyên du şahidan û wêneyên wê ji bo girtina wê delîlên têr hatin dîtin. Zergayê di doza der barê wê de hatibû vekirin de parastina xwe kir û îfadeyên der barê wê de qebûl nekir û got wêneyên wê li Newrozê hatine kişandin, bi photoshopê hinek aliyên wê hatine birîn. Zergayê sûcdariyên li hember wê qebûl nekir û heyeta dadgehê parastin samîmî nedît û ceza da Zergayê.   Piştî cezayê li Zergayê hat birîn şûnde parêzeran dosya şandin Dadgeha Îstînafê.