Rûniştina Şule Çet sibehê ye: Ji duh heta îro çi hat jiyîn? 2019-10-15 09:12:21   ENQERE - Şule Çet a ku rastî îstîsmara Berk Akand û Çagatay Aksu hat û ji qaatê 20’an hat avêtin û qetilkirin, çaremîn rûniştina doza wê sibehê ye. Di rûniştina ku zayendperestiya daraz, gumanbar û parêzerên gumanbaran derket holê, jin edaletê dipên. Di rûniştinê de rapora derûnî ya Şuleyê ji nû ve tê payîn û her wiha wê li hevala wê ya malê bê guhdakirin.   Çaremîn rûniştina doza Şule Çet a rastî îstîsmara Berk Akand û Çagatay Aksu hat û ji qatê 20’an hat avêtin û qetilkirin, wê sibehê bê dîtin. Doza Şuleyê ji bo jinên hatin qetilkirin bû mînaka têkoşînê û her wiha nokteya ku daraza mêr hatiyê jî nîşan dide.   Delîl hatin paqijkirin   Di îdianameyê de wiha hatibû gotin: “Şuştina qedehan a ji aliyê gumanbaran ve der barê veşartina delîlên sûc e, lê Şule Çet hewl daye xwe bavêje, gumanbar Çagatay Aksu diyar kiriye ku hewl daye mudaxale bike, ji ber vê milê wî xêz bûye. Di lêkolîna li ser paçeyê hatiye kirin de DNA û şopa tiliyan a gumanbar û maktulê nehatiye dîtin. Ji ber vê ev di çarçoveya faliyetên paqijiyê de nayê nirxandin.”   Bi cil û bergên tîm hatin   Yekemîn rûniştina dozê di 6’ê Sibatê de li 31’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin û gmanbar Berk Akand û Çagatay Aksu bi cil û bergên tîm hatin rûniştinê. Gumanbar Çagatay Aksu di îfadeya xwe de îdia kir ku ew wek xwişk û bira bûne û ji bo pirsa ‘paçê şopa tiliyan nehatiye dîtin çima gelo? û Çagatay dîsa îdia kir ku alkol girtibû û di şoqê de bû.   Gumanbar Berk Akand jî idia kir ku krîza sînir derbas kiriye û ji ber muzîkê jî tiştek nebihistiye. Dîtina DNA’yê ya li ser tiliyê Şûleyê jî bi gotina ‘ji ber temasê pêk hatiye’derbas kir.   Rûniştina duyem di 15’ê Gulanê de hat dîtin û gelek jin, tevlî bûn. Ji ber salon biçûk bû di navbera parêzer, jinan û heyeta dadgehê de alozî çêbû. Parêzerê malbata Şuleyê bi vîdeoyan roja bûyerê vegot û got ev ne întîxar e. Parêzeran gumanbaran jî wek her tim îda kirin ku întîxar e. Rûniştin taloqî 10’ê Tîrmehê bûbû.   Kesê dizane got ‘ne întîxar e’   Beriya rûniştina sêyemîn, di kifşa cihê bûyerê ya hat kirin de, hatina cihê bûyerê ya akademîsyenan ji aliyê heyeta dadgehê ve nehat qebûlkirin. Ji Zanîngeha Mersînê Prof. Dr. Hakan Kar û ji Zanîngeha Erciyesê Prof. Tipa Edlî Çaglar Ozdemîr, piştî lêkolîna dadgehê çû cihê bûyerê û rapor amade kir. Rapora wan ket dosyayê. Lê di rapora kesê dizane jî got ev bûyer ne întîxar e.   Parêzerê gumanbar ji bo qedexeya weşandina dosyayê serlêdan kir û parêzerên muştekî jî îtîrazê rapora kifşê kirin.   Dozgera dosyayê Alev Ersan Albuz jî bi hincetên weke derengşandina delîlan a Tipa Edlî û lezbûna dosyayê pêk nayê ji peywirê hat girtin û dosya dan Dozgerê Komarê yê Enqereyê Huseyî Koca.   Piştî bûyerê telefona hevala Şuleyê ya malê Lîlîa T ji bo lêkolînê şandin Serokatiya Daîreya Krîmînal a Cendermeyan. Gumanbar Çagatay û Berk Akand îdia kiribûn ku hevala Şuleyê hinek peyam paqij kirine.   Dadgehê di rûniştina sêyemîn de biryar da ku rapora kifşa cihê bûyerê divê bê payîn û got ji ber gumanbaran delîl tune kirine û hevala Şuleyê carek din bê guhdarkirin û rûniştin taloq kiribûn. 4’emîn rûniştina dozê wê di 16’ê cotmehê de bê dîtin.