Dîlan Şahîn: Ji ber îşkenceyê zaroka min ji ber min çû 2019-10-11 16:08:04   WAN - Yekemîn daneşîna doza ku li malbata Şahîn a di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û bi awayekî sîstematîk 4 rojan hatibû îşkencekirin hatibû vekirin, hat dîtin. Malbatê diyar kir ku polisan îşkence li wan kiriye. Dîlan Şahîn da zanîn ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin zaroka wê ji ber çûye.   Di 12'ê Tîrmeha 2018'an de li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polisan bi ser mala malbata Şahîn de girtibûn û bi îşkenceya sîstematîk ferdên malbatê Ayfer Şahîn, Abdûllah Şahîn, Abdûlbakî Şahîn, Ayhan Şahîn, Fettûllah Şahîn, Şehrîban Mamûk û Dîlan Şahîn binçav kiribûn. Paşê li gel îşkenceya ku li wan hatibû kirin jî doz li wan hatibû vekirin. Yekemîn daneşîna doza ku bi angaşta "endamtiya rêxistinê" , "Biçûkxistina peywirdarên cemaweriyê" , "astengkirina peywirdarên cemaweriyê" hatibû vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Ferdên malbatên ên girtî û Dîlan Şahîn a berdayî tevlî daneşînê bûn.    'Ji ber îşkenceyê zaroka min ji ber min çû'   Di daneşîna ku parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) jî tevlî bûnê de Dîlan Şahîn diyar kir ku îfadeya xwe ya li emniyetê di bin îşkenceyê de daye û ji ber îşkenceya ku lê hatiye kirin zaroka wê ji ber çûye. Dîlan anî ziman ku li gel ku 2 endamên HPG'ê yên tê angaştkirin li mala wan bûne nedîtiye jî bi zora polisan qebûl kiriye ku wan dîtiye. Ayfer Şahîn a ku girtî tê darizandin jî diyar kir ku HPG'î li mala wan nemane û wiha got: "Weke polis dibêjin derbasî mala me nebûbûn. Li derve polisan porê min kişand û îşkence li min kirin. Bi dehan kêl avêtin serê kurekî min. Li ber çavê zarokê min ê 8 salî îşkence li min kirin. Niha zarokê min bi zorê diaxive. Tu sûcdariyê qebûl nakim û berdana xwe daxwaz dikim."   Bav Abdûllah Şahîn jî destnîşan kir ku îşkence lê hatiye kirin û gotina polisan a 'Ji derencê ketiye' derew e û berdana xwe daxwaz kir. Ferdên malbatên ên din jî îşkenceya ku ew roj li wan hatibû kirin yek bi yek ji dadgehê re ragihandin.    Piştî parastina parêzeran şandeya dadgehê, biryar da ku Şehrîban Mamûk û Abdûlbakî Şahîn bên tehliyekirin û girtina ferdên din ên malbatê bê berdewamkirin. Her wiha daneşîn jî taloqî 6'ê Kanûnê kir.