Rûniştina doza parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim hat taloqkirin 2019-10-09 15:11:05   MÊRDÎN - Der barê parlamentera berê ya HDP’ê ya niha girtiye Gulser Yildirim de 8 fezleke hatibûn amadekirin û doz hatibû vekirin. 13’emîn rûniştina dozê îro hat dîtin û rûniştin hat taloqkirin. Her wiha di çarçoveya dozê de jî 18 sal ceza ji Guserê re tê xwestin.   Der barê Parlmentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim ya ku niha girtiye de di navbera 2012-2016’an de 8 fezleke hatibûn amadekirin û doza der barê fezlekeyan de hat vekirin, hîna didome. 13’emîn rûniştina dozê wê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Gulser ku niha girtî ye, ji bilî rûniştina wê ya îro hat dîtin, der barê wê de gelek dozên din jî hatibûn vekirin û ji dozên tê darizandin jî heta niha carekê ji bo parastinê neanîn dadgehê.   Dosya di rûniştina 4’ê Adarê de kiribûn yek   Di rûniştina di 4’ê Adarê de hat dîtin de , dosya ku fezlekeyên der barê wê de tê de cih digirtin, ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve bi dosyayên din re hatibûn yekirin. Fezlekeyên der barê Gulserê de hatibûn vekirin û cezayên hatibûn xwestin wiha ne:Di fezlekeyên hejmar 1,2,3,4,5,6 û 7 de axaftinên ku behsa wan tê kirin, hat îdakirin ku destnedana wê ya kursiyê tune ye. Merciya dadgehê got divê Gulser ji fezlekeyên 1,2,3,4,5 û 6 bi îdiaya ‘propaganda rêxistinê ya li peyhev’ bê cezakirin. Her wiha hat gotin ku ji fezlekeyên 3 û 7 jî bi îdiaya ‘gel tehrîkê dijminahiyê û kînê kirin’ bê cezakirin. Bi giştî 18 sal û 3 meh ceza daxwaz kiribû.   Herî dawî di 14’ê Hezîranê de 12’emîn rûniştin pêk hat û Gulser û parêzerên wê parastin nekiribûn. 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê 7 sal û 6 meh cezayê bi sûcdariya endamtiya rêxistinê dabû, lê dadgeriyê ev xera kir. Piştî vê di darizandina hat kirin de biryara ceza ji aliyê 4’emîn Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Dîlokê ve ‘li gorî hiqûqê’ hat dîtin.   Der barê bûyera 3 sal berê hatiye jiyîn de lêpirsînek nû   Der barê Gulserê de herî dawî meha borî ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve, bi hinceta piştî civîna Komîsyona Destura Bingehîn ya Meclîsê ya di 2’ê Gulana 2016’an de pêk hatiye şûnde dirûşme berz kiriye, bi sûcdariya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ doz hatibû vekirin. Piştî sê salan şûnde doza hat vekirin, yekemîn rûniştina wê di 18’ê Mijdara 2019’an de wê li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin.    Rûniştina doza parlamentera HDP’ê ya berê Gulser Yildirim hat taloqkirin. Ew ê rûniştin di 22'ê Çileyê de bê dîtin. Her wiha daxwaza beratkirinê ya parêzeran hat redkirin.