Mêrê ku îstismara zayendî li jina astengdar kir hat berdan 2019-10-09 09:22:17   MÊRDÎN - Li Nisêbînê mêrê bi navê Î.T jina ji sedî 58 nabihîze û astengdara zîhniye îstîsmar kir û piştî bûyer derket holê lêpirsîn hat destpêkirin û tevî raporên doktor û îfadeyên hatin piştrastkirin, gumanbar hat berdan.    Li Nisêbîn a Mêrdînê mêrê bi navê Î.T (63) derket holê ku jina ji sedî 58 nabihîze û astengdara zîhniye îstîsmar kir. Bûyer di meha adarê de li gundê Heybelî ya girêdayê navçeyê hat jiyîn. Xwişka jina ku rastî şîdet û îstîsmara Î.T hatibû, bû şahidê bûyerê û piştî xwişka wê ji malbatê re bûyer vegot, her tişt derket holê. Malbatê serlêdana sûc kir û li ser vê lêpirsîn hat destpêkirin. Di îdianameyê de, raporên doktoran û dîmenê dema bûyerê hatine kişandin îstîsmara zayendî piştrast kir. Lê tevî vê Î.T hat berdan.   Gumanbar tevî delîlan sûc red kir   Îdianame ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin û di îdianameyê de îfadeyê jina astengdar û delîlan cih girt. Lê gumanbar Î.T sûcdarî red kir. Yekemîn rûniştina gumanbar di 26’ê îlonê de hat dîtin. Ewil xwişka jina astengdar hat guhdar kirin û bi berfirehî bûyera îstîsmara zayendî vegot û daxwaz kir ku gumanbar bê cezakirin.   Gumanbar dîsa sûcdarî red kir û îdia kir ku xusumeta şahid bi wî re heye û hewl da xwe xilas bike. Her wiha balkêş bû ku gumanbar li Midirûyeta Ewlehiyê cuda li rûniştina dozê cuda îfade daye. Ligel vê raporên doktoran jî îstîsmar piştrast kir û tevî îfade û raporên doktoran, dadgehê biryara qedexeya derketina derve da û biryara berdana gumanbar da. Rûniştina din wê di 26’ê kanûna 2019’an de bê dîtin.