Îstisnafê polîsê bersûcê êrîşa zayendî ‘berat’ kir 2019-10-03 13:06:18   MÊRDÎN – Dadgeha Îstînafê polîsê tîmê taybet B.K. ku li dijî jina bi navê M.B. êrîşa zayendî pêk anî berat kir.   Li Mêrdînê di 9’ê gulana 2016’an de polîsê tîmê taybet B.K. li ser medya civakî jina bi navê M.B. (21) nas kir. Polîs B.K. piştî nasînê li dijî jina bi navê M.B. êrîşa zayendî pêk anî. Derbarê polîs de ji sûcê “Êrîşa Zayendî ya Biwesf” heta 12 salan bi cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin. Doz di 8’ê sibata 2018’an de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û dadgehê polîs berat kir. Piştî biryara beratê dosye çû Dadgeha Îstînafê ya Herêma  Dîlokê.   Çaremîn danişîna dozê duh li Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê hat dîtin. Parêzerên mexdûr M.B. û parêzerên polîs beşdarî danişînê bûn. Parêzerên M.B. diyar kirin ku polîs B.K. sûc kiriye û sûcê wî sabît e û roja bûyerê bi darê zorê îstîsmara zayendî li hember M.B. pêk aniye û lêdaye.   Parêzeran da zanîn ku di raporên hatine wergirtin de jî eşkere dibêje ku polîs sûc kiriye û xwestin polîs bê girtin û cezakirin. Parêzerên bersûc B.K. jî xwestin bersûc bê beratkirin.   Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêmî erê kir. Heyeta dadgehê bi hênceta “delîl têr nakin” sûcê polîs tune hesiband û polîs berat kir.