B.E.’yê 50 zarokê bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştin winda ye 2019-10-03 10:38:30   ŞIRNEX – Li Cizîrê mêrê bi navê B.E. yê ku li 50 xwendekaran êrîşa zayendî kiriye. Piştî bûyerê hatibû diyarkirin ku wê Lijneya Dîsîplînê ya Bilind a Enqereyê îfadeya wî bigire. Lê piştî biryarê û şûnde derket holê ku bersûc B.E. winda ye.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li Lîseya Anadoluyê hatibû aşkerakirin ku mêrê bi navê B.E. yê 4 sale li heman lîseyê peywirdar e û di heman demê de nûnerê dibistanê yê  Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memur-Senê ye ji sala derbasbûyî vir de bi peyamên bi telefonê li zarokan êrîşa zayendî dike. Bûyer piştî ku  5 xwendekarên ji ber peyamên B.E. bêzar bûn û  serî li rêveberiya dibistanê dan derket holê. Piştî ku her pênc xwedekaran serî li rêveberiyê da  derket holê ku ji hin xwendekarên dinê re jî heman peyam hatine şandin.  Her wiha ji bilî peyamên ku hatine şandin hat aşkerakirin ku B.E. li dijî hin xwendekaran êrîşa zayendî ya fizîkî jî pêk aniye. Piştî aşkerakirina bûyerê hatibû îdakirin ku B.E. ji aliyê Muduriyeta Perwerdeya Millî ve ji kar hatiye dûrxistin.    Mufetişên ku beriya 3 mehan hatibûn peywirdarkirin yek bi yek bi xwendekaran re axivîbûn û diyar kiribûn ku 50 xwendekar bi êrîşa zayendî re rûbirû  hatine hiştin. Li aliyekî jî hatibû îdakirin ku rêveberiya dibistanê hewl dide ser bûyerê binixumîne.    Bersûc B.E. winda ye!   Piştî ku bûyer derket holê bi 3 mehan Lijneya Dîsîplînê ya Bilind a Enqereyê, hewl dabû ku derbarê êrîşa zayendî de îfadeya B.E. bigire. Lê ne êdî kesekî xwe dikaribû bigihîne telefona bersûc B.E. û ne jî navnîşana wî.  Piştî vê Lijneya Dîsîplînê ya Bilind a Enqereyê bi gûmana B.E. reviyaye bi Egîtîm-Sen a Cizîrê re dikeve têkiliyê û dixwaze ku B.E. bibînin. Derbarê mijarê de Sekretera Jinê ya Egîtîm-Sen a Cizîrê agahî da û got ku ew dixwazin xwe bigihînin B.E. û ev tişt got:" Me gelek hewl da ku xwe bigihîninê lê  heta niha me ne xwe gîhandiye telefona wî û ne jî navnîşana wî.”   Derbarê dosyayê de biryara veşartinê   Li gel ku derbarê B.E. de lêpirsîna edlî û îdarî berdewam dike, hat diyarkirin ku li ser dosyayê jî biryara veşartinê hatiye dayîn.