Di doza Şûle Çet de pêşketineke nû heye 2019-10-01 11:46:30   ENQERE  - Di doza Şûle Çet de pêşketin heye. Pisporê xwendina lêvê hat dîtin.    Di lêpirsîna derbarê mirina Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê de, 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê daxwaz kiribû ku ji bo lêkolîna dîmenên kamerayê, pisporek ku lêvê bixwîne bê dîtin.     Piştî lêgerîna demek dirêj, pisporê xwendina lêvê hat dîtin. Hat diyarkirin ku pisporê hat dîtin ji Zanîngeha Hacettepeyê teqawît  bûye û niha li zanîngeheke Stenbolê hindekariyê dike. Pisporê lêv xwendinê, wê nîqaşên di navbera bersûcên girtî Çagatay Aksû û Berk Akand ê piştî ketina Şûle Çet li ber asansorê kiribûn, safî bike.