Parêzer Elîf: Dadgeh rêgezên wekheviyê binpê dike 2019-09-29 09:15:00   Rengîn Azîzoglu   AMED - Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaş, der barê darizandinên ji nû ve de nirxandin kir û got: “Di serlêdananên darizandina ji nûve de, dadgeh newekheviya rêxistina siyasî dike û der barê ku rêgeza wekheviyê binpê dike de biryarên şênber hene.”   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryar da ku darizandinên li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) hatine kirin binpêkirina darizandina adîlane ye û piştî Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) jî ev qebûl kir, ji bo girtiyên li DGM’ê hatine darizandin ji nû ve riya darizandinê hat vekirin. Parêzer Elîf Îpek Tîrenç Ulaç der barê pêvajoya darizandina ji nû ve de pirsên ajansa me bersivandin.   *Darizandina jinûve çawa dest pêk kir?   Di dîroka hikûmeta Tirkiyeyê de ji 12’ê îlonê şûnde merciya darazê ya bi navê DGM’ê demek dirêj darizandin kir. Di 1999’an de heta guherîna hat kirin, li DGM’yan dadgerên lelşkerî di heyetan de cih digirtin, di sûcên diyarkirî de dadgehên leşkerî darizandin dikir. Di serê salên 90’î de di pêvajoya ku pevçûn gelek zêdebûn de gelek kes ji ber çalakî û faliyetên siyasî rastî cezayên muebetê hatibûn. DMME’ê darizandinên ji aliyê heyetên leşkerî yên DGM’ê de hatine kirin wek binpêkirina darizandina adîlane nirxand. DMME’ê der barê dosyayên wê demê de serlêdanên hatibûn kirin li Tirkiyeyê tezmînat birîbû. Di pêvajoya piştî vê de DMME’ê nêrîna xwe ya darizandinên ji nû ve anî ziman.   Biryara ewil di 2009’an de, biryara ji bo Şehmus Yildiz û Muhyedîn Sevînç yên ji doza PKK’ê girtibûn hatibû dayîn bûn. Hat gotin ku divê ji nû ve bên darizandin. Li ser vê kesên navê wan derbas dibûn, serî li dadgehên ku li wan hatibûn darizandin dan û daxwaza ji nû ve darizandinê kirin. Lê dadgehên herêmî bi hinceta DMME’ê bixwe negotiye ji nû ve bê darizandin daxwaz  red kir. Piştre ev binpêkirina maf birin Dadgeha Destura Bingehîn (DDB), û DDB’ê jî di 2004’an de li ser dosyayê biryara binpêkirina maf da û dosya şand dadgeha herêmî û biryar da ku ev kes ji nû ve bên darizandin. Bi darizandinên ji nû ve di 2013’an de pêvajoya girtinê daxist 5 salan û li ser vê bi darizandinên ji nû ve kesên hukumxwarî statuya wan veguherî ya girtinê. Li ser vê tahliye çêbûn. Li ser vê dadgehan daxwaza ji nû ve darizandinê qebûl kir.   *Hejmar girtiyên Hîzbûllahê yên tahliye bûn 100 derbas kir lê yên siyasî 15 bû. Hun vê hewlesta dadgehan çawa dinirxînin?   Biryara ewil ji bo Şehmus Yildiz û Muhyedîn Sevînç hat dayîn. Piştre me bihist ku kesên ji doza Hîzbullahê cezayê muebetê girtin bi hinceta biryara DMME’ê hatine tahliyekirin. Me ev li dadgehên herêmî lêkolîn kir û em rastiyê hînbûn. Gelek kes ji Hîzbullahê hatine tahliyekirin. Yanî hejmar gihiştiye 150’yî. Ev agahî hat bihistin û ji doza PKK’ê jî gelek kesî serlêdan kir. Di wir de krîterek derket pêş me. Gotin divê ‘serlêdana ji bo DMME’ê hebe’ û ‘DMME der barê girtiyan de biryarê bide’. Di serlêdanên ji bo dadgehan hatin kirin de, li krîtera ‘ji kîjan rêxistinê hatiye darizandin’ geriyan. Me di hevdîtinên li dadgehan de ev bixwe dît û bihist.   Me dît ku di heman dadgehên ku serlêdan hatiye kirin de rêxistin ji hev cuda kirine. Encamên serlêndanên me jî bi vî awayî bûn. Hejmar Hîzbullahên bi biryara DMME’ê hatine berdan 150 derbas kiriye. Lê yên PKK’ê bêguman ne wisa ne. Li gorî rêxistinê newekhevî tê kirin.    *Tahliye û biryarên tên dayîn li gorî kîjan krîteran tê dayîn?   Piştî ji doza Hîzbullahê biryara tahliyeyê derket şûnde ji rêxistinên cuda li girtiyan dan. Ji bilî hîzbullahê, krîterên ji bo serlêdana DMME’ê bi awayekî tûnd pêk anîn. Pir kêm dosyayên serî li DMME’ê dabûn hebûn. Berxwe dan lê neçar man çend kesan berdin. Me di tahliyeya Abdullah Altun de ev yek dît. Neçar man Abdullah Altun berdin. Di darizandinan de newekheviyake pir aşkera heye. Di hevdîtinên me bi dadgehan re kir de, hincetên wekî bûyerên şîdetê yên giran an jî çûye çiyê an na, dan ber me. Lê der barê vê de biryareke şênber tunebû. Biryarek mînak heye. Lê newekhevî tê kirin. Ji bo kesên ku em dibêjin biryara DMME’ê esas bigirin, krîteran didin pêş me.   Der barê mijarê de di darazê de tevliheviyeke heye. Fikra me ev e ku ev ji pêvajoya siyasî ne ser bixwe tir e. Serlêndanên me yên der barê qedexeya newekheviyê yên li Dadgeha Destura Bingehîn hene. Em li benda encamên vê ne. Em li bendê ku di demek nêz de bên çareserkirin. Nêzî hezar û 200 girtiyên ku cezayê muebetê girtine û înfaza wan temam dibe hene. Biryareke DMME’ê di vê mijarê de heye.    *Biryarên tahliyeyê hatine sekinandin, sedema vê çiye?   Darizandinên demî hemû li ser Amedê hatibûn meşandin. Ji ber vê serlêdan zêde bûn. Divê daxwaza darizandinên ji nû ve neyên dirêjkirin û bigihêje encamekê. Lê biryarên wisa derbas dibin ku ji ber pêvajo jî dirêj dibin. Dadgeh hinceta gelek kar heye nîşan didin. Di esasê de ne ev, tevliheviyek heye û nizanin çi bikin. DDB jî biryarê qebûl dike lê li aliyê din jî pêvajoya siyasî wan dide zorê û serê dadgeran tevlihev dibe. Li Tirkiyeyê tu tişt ne tesaduf e. Ji ber vê yekê jî zêdebûna kar wek hincet nîşan didin û hewl didin pêvajoyê dirêj bikin. Her wiha dema em wan gelek didin zorê jî biryara red didin. Divê ev pêvajo neyê dirêkirin.    Tişteke dawî hun lê zêde bikin heye an na?   Tirkiye alîgirê peymaneke girîng ya wekê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye (PMME).Ji ser destura bingehîn bandorên 12’ê îlonê tên çareserkirin û bi guherînên tên kirin jî PMME wek pîvan hat dîtin. Hem di PMME û hem jî di Destura Bingehîn de tê gotin ku hemû kes li ber kanûnan wekhev e, wek welatî xwedî mafên wekhev in. Ev rêgez aşkera ye. Wek rêgezeke hiqûqî ya gerdunî tê hesibandin. Lê em di partîkên darazê yên Tirkiyeyê de dibînin ku rêgeza wekheviyê pêk nayê, kesan li gorî nêrîna siyasî û olî ji hev cuda dikin. Di serlêdananên darizandina ji nûve de, dadgeh newekheviya rêxistina siyasî dike û der barê ku rêgeza wekheviyê binpê dike de biryarên şênber hene. Em hêvîdarin ku Tirkiye bikeve pratîkeke ku pêşdarazan dişkîne.”