Fîgen Yuksekdag: Bîst û ducaran min bigirin jî wê heqîqet neguhere 2019-09-27 13:19:51   ENQERE - Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag di doza bingehîn ku jê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê darizandin parastina xwe kir û wia got: "Ez kesa ku car duyem hatime girtinê me. Ez li pêş çavên we me. GIrtinekê têrê nekir du caran min girtin. 22 carn jî bigirin heqîqet nayê guhertin."   Danişîna 15’emîn a doza Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku îro tê dîtin dest pê kir.  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Berdevka HDP'ê ya Meclisa Jinan Dlîlan Dîrayet Taşdemîr,  Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)  Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, gelek nûnerên partiyên siyasî û civaka sivîl û dayika FÎgenê Munîre Yuksekdag tevli daneşînê bûn.    Fîgen dest bi parastina xwe kir û da zanîn ku ew beriya dest bi parastina xwe bike selametê ji hemû xelkê Stenbolê re dixwaze û ew hêvî dike ku bila bobelatên xerabtir pêk neyên. Fîgenê da zanîn ku pêwîste îktîdara siyasî pêşî li bobelatan bigire û wiha got: “Mixabin bobelatên xwezayî ne di xema kesên Tirkiyeyê birêve di bin de ne. Li Tirkiyeyê karesatên siyasî li pey hev diqewimin. Lê divê rojeva me ya yekemîn parastina ewlehiya mirovan be be. Erdheja Stenbolê nîşanî me da ku em çiqas bi pirsgirêkan re hevrû ne.”   'Ji doza ez jê girtî careke din biryara girtinê dan'    Fîgen di dewama parastina xwe de wiha got: “Rezaletek siyasî pêk. Doza ez jê girtî me cara duyem hatim girtin. Ev tecrûbeyek ewile em diceribînin. Girtina duyem mînaka vê yekê ye. Ez û Demîrtaş rojek bi bayê bezê hatin darizandin û biryara girtina duyem ji bo me hat dayîn. Nîvê jiyana ma ye hefsê di odeya SEGBÎS’ê de derbas dibe. Me texmîn kir ku dê ew roj jî tiştek neyînî biqewime. Çimkî li hefsê rewşek awarte hebû. Prensîbên hiqûqa bingehîn hatin binpêkirin."   'Ev darizandinek dubare ye'   Fîgenê diyar kir ku Vegotina tişta qewimî û diqewimin li zora wê diçe û wiha berdewam kir: " Xwedîgiravî sûcê min kiriye hat xwendin. Min bi bîra wan xist ku ev darizandinek dubare ye. Dozger got ku ew dizane. Tevî ku me got vê pêvajoya lêpirsînê ne li gorî hiqûqê ye jî lê dozger bi israr me darizand. Me fêm kir ku rewşek ne biryara dozger e. Opersyonek ji nişkeve bû. Min mafê xwe hiqûqî bi kar anî. Aliyê vî karî yê herî rezalet ev e; dozger hewceyî pê nedît ku bêje min sewq dike ku bêm girtin jî. Ez sewkirina xwe ji televîzyonê hîn bûm."    'Ez ji televiziyonê hîn bûm'   Fîgenê diyar kir ku li Tirkiyeyê endamên darazê hatine wê astê ku nikarin vê rewşê rave bikin û ev tişt got: " Dema min sewqî girtinê kirin qey min digot dema dane min e. Lê di televîzyonan de jêrnivîs derbas bû û digotin Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji bo girtinê sewq kirin. Pişt re jî jixwe raya giştî dizane. Em derketin pêşberî dadger. Dadgerê Cezayê Sulhê radixst ber çavan ku ka çawa dixebite. Îktîdar herî zêde mudaxeleyî dadgehan ango dadgeran dike. Em çi fikirîne em hêj diparêz in. Ji ber ku raya giştî bendewariyek wezîfeya rewa dibîne ez derketim pêşberî wê dadgehê. Tişta eşkere bû beyan. Biryara girtina me dan. Ez wek kesa ji heman dozê cara duyem hatime girtin derdikevim pêşberî we. Girtinek têr nekir, rabûn cara duyem dan girtin. Gotinên min, ramanên min, hebûna HDP’ê û girîngiya HDP’ê wê biguhere? Na. Ew 22 carên din jî min bidin girtin wê heqîqet neguhere. Ez ji wan dipirsim wê bi vê biryara we heqîqet biguhere gelo?”    Danişîn bi parastina Fîgenê didome dewam dike.