KCD: Dixwazin siyaseta Kurd a Demokratîk tasfiye bikin 2019-09-26 11:38:30   AMED - Erêkirina cezayên siyasetmedarên kurd ji hêla Kongreya Civaka Demokratîk ve hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Tifaqa Faşîst ya AKP-MHP bi giştî siyaseta demokratîk û bi taybetî jî armanc kiriye ku siyaseta Kurd a Demokratîk tasfiye bike. Biryara daraza polîtîk e, lê berdela wê çi dibe bila bibe, nikarin me ji siyaseta demokratîk dûrbixin."   Dadgeha Bilind, beriya çend rojan cezayên ku di doza KCK’ê de li siyasetmedarên kurd hatibûn birîn nirxand û cezayê gelek siyasetmedarên kurd erê kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî biryara erêkirinê şermezar kir û diyar kir ku bi giştî siyaseta demokratîk tê tasfiyekirin.    'Skandaleke hiqûqî pêk hat'   Di daxuyaniya nivîskî de qala operasyona sala 2009'an hat kirin û wiha hat gotin: "Bi operasyona qirkirina siyasî ya di sala 2009’an de li hemberî sedan siyasetmedarên Kurd, hevşaredar, endamên Meclîsa Bajêr û Şaredaran pêla binçavkirinan hat destpêkirin û bi sedemên zordarî û sunî bi salan dîl hatin girtin. Doza KCK’ê ku di wijdana, raya giştî ya Tirkiye û ya Navnetewî de hat mehkumkirin, veguherî skandalek hiqûqî û karasetê, piştî darizandina deh salan hat encamkirin."   'Cotstandardî û kumpas bi hev re pêk hat'   KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi awayekî yekser di raporên ku ji hêla Serokomar ve hatin amadekirin de hat diyar kirin ku ev kumpas operasyona FETO’yê ye û di dîroka hiqûqa qada Navnetewî de bûye lekeyek reş û wiha hat bilêvkirin: "Dozger û Dadgerên ku ev lêpirsîn vekir û darazê pêk anîn bi bê hiqûqî û kumpasên pêşxistin, niha hatine girtin û tên darizandin. Dozên Ergenekon û Balyozê ji ber van sedeman bi serbestberdanê encam bûn û hatin xistin, lê mixabin li hemberî doza KCK’ê ya berhemê heman kumpasê bû cotstandardî pêk hat."   'Siyaseta kurd a Demokratîk tê tasfiye kirin'   Di daxuyaniya nivîskî de hat aşkerakirin ku dijminahiya kurdan tê kirin û wiha dom kir: "Di encama zext, zordarî û fermana tifaqa faşizan ya AKP-MHP’ê ku aşkere dijminahiya Kurdan dike, Dadgeha Esasî xwedî li vê qirkirina siyasî ya karaseta hiqûqê derketiye û ceza erê kiriye. Tifaqa Faşîst ya AKP-MHP bi giştî siyaseta demokratîk û bi taybetî jî armanc kiriye ku siyaseta Kurd a Demokratîk tasfiye bike û ev yek bi sepandin û polîtîkayan di şexsê doza KCK’ê de hatine kûrkirin."   'Qesta yekîtiya gelan tê kirin'   Biryara ku hatî girtin di daxuyaniya nivîskî de wiha hat dest girtin: "‘Biryara’ Doza KCK’ê îfadekirina nasnekirine zagon û hiqûqê ye. Biryar, derfeta pêkanîna siyaseta demokratîk û aştiyane ya ji bo gelê Kurd a fermî hedef digire û dîsa biryarek nîjadî, dijminane, wêdekirin, bîrdozî û polîtîk e. Di heman demê de ev biryar, Hevseroka me ya KCD’ê Leyla Guven û endamên Dîwana Hevserokatiyê Mûsa Farîsogulları ku Parlamenterên HDP’ê ne û dîsa Selîm Sadak ku beriya niha Parlementerî dikir jî di nav de di şexsê sedan siyasetmedarên Kurd de, armanca fetisandina siyaseta demokratîk û muxalefetê tê kirin ku ev biryar qesta li dijî gelên Tirkiye’yê, demokrasiye, hiquqa gerdûnî û bi taybetî li dijî yekîtî û biratiya gelên me ye."   'Biryar nikare me ji siyaseta demokratîk dûr bixwe'   Di daxuyaniya nivîskî wiha bang hat kirin: "Em dixwazin diyar bikin ku, ‘dozger’ û ‘dadgerên’ ku beramberiya vê biryarê ku di hiqûqê de tuneye, li hemberî gele me, civaka navneteweyî û hiqûqa gerdûnî ji niha ve hatine mehkûmkirin. Di serî de Parlementoya Ewropa, Konseya Ewropa,Yekîtiya Netewî û saziyên netewî û navnetewî yên hiqûqê divê li hemberî vê biryarê, li nirxên hiqûqa gerdûnî û edaletê xwedî derkevin û piştgiriya siyaseta Demokratîk a Kurd bikin. Dîsa di serî de gelê me, gelên Tirkiye’yê û saziyên demokratîk ên siyasete divê li dijî vê biryarê helwesta xwe nîşan bidin. Biryarên daraza polîtîk, berdela wê çi dibe bila bibe, dê nekarî be gelê me û saziyên wê yên demokratîk ji biryara pêkanîna siyaseta demokratîk dûr bixin."