Rojnameger Fîlîz Zeyrek beraat kir 2019-09-24 12:40:57   EDENE - Rojnameger Fîlîz Zeyrek a ku ji ber şîna Şemdin Eye yê YPG'yî kiribû nûçe dihat darizandin û 19 kesên beşdarî şînê bûbûn hatin beraatkirin.    Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a JINHA'yê ya ku bi KHK'ê hatibû girtin, Fîlîz Zeyrek ji ber ku di 2015'an de  şîna Şemdin Eye yê YPG'yî kiribû û her wiha 19 kesên ku beşdarî şînê bûbûn jî dihatin darizandin. Rûniştina biryarê ya Fîlîz Zeyrek û 19 kesên din îro hat dîtin. Tenê parêzer beşdarî rûniştina li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin, bûn. Parêzeran parastin kirin û beraata muwekîlên xwe xwestin.    Heyeta dadgehê daxwaza meqema îdiayê û parêzeran qebûl kir û biryara beraatê ya Fîlîzê û 19 kesên din qebûl kir.