Doza Nisêbînê: Muhîmatên wek delîl nîşan dan, bi biryara dozgeriyê hatine îmhakirin 2019-09-23 09:10:30   MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê de ku gelek nelêrêtî çêbûn, di pêvajoya dadgehê de jî tu gumanbar nehatin guhdarkirin. Parêzer Aslihan Bulur diyar kir ku bêyî gumanbar bên guhdarkirin, mutala hatiye xwendin û muhîmatên di dosyayê de wek delîl dihatin nîşandan jî bi biryara dozgeriyê hatiye îmhakirin. Aslihanê wiha got: “Dozgeriyê di pêvajoya lêpirsînê de bi îmhakirina wan çekan re pêşî li darizandina adîlane girt.”   Li navçeya Nisêbîn a Amedê di dema qedexeya derketina derve de, di 26’ê Gulana 2016’an de 53 kesên ku ji taxan hatin tahlkiyekirin û piştre hatin girtin, doza wan hîna didome. Piştî rûniştina di meha Sibatê de hat dîtin şûnde, dosyayên girtiyan hatin tefrîkkirin û di rûniştinan de heyeta dadgehê mutala xwestibû. Piştî biryara mutalayê şûnde, di vê mehê de rûniştin li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Girtî û parêzeran diyar kirin ku wan parastin nekirine û tevlî rûniştinan nebûn. Parêzer Aslihan Bulut da zanîn ku ev 2 sale muvekîlê wê Tufan Îlbaş carekê jî parastina xwe nekiriye û got muhîmatên bûn hinceta ceza û wek delîl hatin nîşandan jî, bi biryara dozgeriyê hatin îmhakirin.   ‘Muwekîlê min parastina xwe nekir’   Aslihanê destnîşan kir ku ji bilî Tufan Îlbaş, bi dehan girtiyên din ên ji heman dozê tên darizandin hîna parastina xwe nekiriye û wiha pê de çû: “Muwekîlê min ji Girtîgeha Tekîrdagê ji bo rûniştinê anîn Mêrdînê. Piştî rêwitiya 25 saetan şûnde dîrek anîn dadgehê. Tevî muwekîlê min got ‘ez gelek westandîme’ jî parastin lê ferz kirin. Lê me bi zehmet taloq kir. Bi dehan girtiyên wisa hene. Gelek girtî bi SEGBÎS’ê jî nikarin tevlî dadgehan bibin. Dema tînin dadgehan jî rastî zextên cidî tên. Gelek kesî tevî parastin nekiriye, der barê wan de mutala hat dayîn.”   ‘Dadgehê îdianameya xwe rizand’   Aslihanê bi lêv kir ku dadgehê bi darizandina ku du sale dike re îdianameya xwe rizandiye û divê ji nû ve îdianame bê amadekirin û got: “Beriya dosya bê terfîrkirin, 17 jê zarok, 53 mezin bi giştî 70 kes hatin darizandin. Ji bilî muvekîlê min, dosya lêpirsînê ya hemû kes tê de dihatin darizandin ji hev veqetiya. Hîna muwekîlê min parastinek nekiriye. Sedema vê jî dadgeh e. Dadgeh pêşî li parastinan digire. Em vê jî di biryara mutalayê de dibînin. Dadgehê bi vê jî îdinameya xwe rizand.”   ‘Di dosya îşkenceyê de tu pêşketinek tune ye’   Aslihanê bal kişand ser dosya îşkenceya di bin çavan de hatiye jiyîn û got: “Di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Dosyayek îşkenceyê ya ji bilî van dosyayan heye. Ji ber di vê dosyayê de biryarek nehatiye dayîn em nikarin biçin dadgehek jor jî. Di hevdîtina herî dawî de dozger gotinek ‘hûn pir israr bikin ez ê biryara neşopandinê bidim’ bi kar anî. Me jî got hûn bidin em ê serî li dadgehek jor bidin qe nebe wê pêşketinek hebe. Lê em napên ku biryarek erênî ji dosyayê derkeve.”   ‘Di dosyayê de gelek nelêrêtî hene’   Aslihanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdianameya ji 50 rûpelî pêk tê hîna neşandine ji tu girtî re. Dosyayên girtekan ên delîlên wan hevpar in jî ji aliyê dadgehê ve cuda cuda nehatin lêkolînkirin. Di dosyayê de gelek tiştên dijberî usulê hatin jiyîn. Mînak ez dosya ku sucê muwekîlê min tê de ye, ne di dosya xwe de di dosyayek muwekîlê din de dibînim. Derdikeve holê ku dadgehê baş lêkolîn nekiriye. Ger wisa bûna wê ev ferq bikirana û dosya sererast bikirana. Mînak der barê muwekîlê min de tevî ku 6 kesî teşhîs kiriye, di rûpelekê de tê gotin ku 99 kesî teşhîs kiriye. Ev li dijî usûlê ye.”   Asliyê bal kişand ser muhîmatên di dosyayan de wek delîl hatine nîşandan û wiha dawî lê anî: “Muhîmatên di dosyayê de wek delîl hatine nîşandan û ji herêmên qedexekirî hatine derxistin jî bi biryara dozgeriyê hatine îmhakirin. Em jî vê biryarê nû dibînin. Agahiya dadgehê jî ji vê tune ye. Lêpirsîn ji serî de bê pergal hatiye kirin. Bi teşhîsan hewl dane delîlan ava bikin. Her wiha di dosyayê de tiştekî din jî heye. Ji aliyê dozgerê demî ve çek û muhîmatên çalkirî hatibûn dîtin, hatiye îmhakirin. Lê divê rêça tiliyan ya li ser van çekan bihata lêkolînkirin. Lê mixabin hemû hatine îmhakirin. Agahiya tu kesî heta ya dadgehê jî ji vê tune ye. Nayê zanîn ku muwekîlê min ji qestî jiyana kê tune kiriye û delîlên vê bi îmhakirina çekan re jî tune bû. Tişta em jê fêm dikin ev e ku dixwazin dozê demildest bi dawî bikin.”