Dayika Leyla, Şukran Aydemir: Ez ê dev ji dozê bernedim 2019-09-20 16:02:45   AGIRÎ - Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgane winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, dest pê kir. Apê Leyla yê girtî Mehmet Alî Aydemîr, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekir û bavê Leyla Nîhat Aydemîr jî, gilîdare û şikê ji hin kesên din dike   Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgan a Agiriyê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin dest pê kir. Di dozê de 1 jê girtî 7 kes tên darizandin. Bersûcê girtî Mehmet Alî Aydemîr bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û 6 bersûcên din jî li salonê amede bûn. Dayika û bavên Leyla Şukran û Nîhat Aydemîr, xizmên Leyla, parêzerên baroyên Agirî, Erzirom û Wanê danîşin şopandin.    Her 6 bersûcên îfedeyên wan hatin girtin, sûcariyên li ser xwe qebûl nekirin û got tu eleqeya wan bi bûyerê re tuneye. Dûre Mehmet Alî Aydemîr ê girtî parastin kir û wiha got: “Tu eleqeya min bi van sûcdariyan tuneye. Şahidê min ê herî mezin Nîhat Aydemîre. Roja ku zarok winda bû ez neçûm mala xwişka xwe. Ez tu carî ne çûme mala xwişka xwe. Hejmara wê ya telefonê jî gel min tuneye. Ji xwe roja Cejnê jî min zarok nedît.” Dadger axaftina Aydemîr birî û got: “Dibêjin te cendirme ber alî kirine.” Mehmet Alî li ser vê yekê got; “Min cendirme bi şaşî ber alî nekirine. Ez di zeviyê de 3 rojan xebitîm. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim.”   Ez ê dev ji dozê bernedim   Dayika Leyla Şukran Aydemîr jî, parastin kir û wiha axivî: “Ez mafê xwe yê ne axaftinê bi kar tînim. Zaroka min dizîn. Birçî hiştin. Ev zilme. Min bi çavên xwe nedît, ji ber vê yekê niha nikarim tiştekê bêjim. Kî kiribe ez gilîdarê wî me. Ez ê dev ji dozê bernedim.”     Şandeya dadgehê, ji bo ku biryar bide navber da danişînê.