Arîn û dayika xwe Esma tên tehliyekirin 2019-09-20 11:40:37   ENQERE - Serîlêdana denetima serbest a ku Esma Yilmaz li dadgeha înfazê kiribû 2 şûnde hat qebûlkirin. Arînê dê tevî dayika xwe îro ji girtîgehê derkeve.    Esma Yilmaz û keça wê Arîn ji ber nexweşiya astimê ya Arînê ji 2'emîn Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Girtî ya Mêrdînê bûbûn. Esma û Arîna ku her roj rewşa wê ya tenduristiyê xirabtir dibe, ew ê îro bên tehliyekirin. Serîlêdana denetima serbest a ku Esma Yilmaz li dadgeha înfazê kiribû 2 şûnde hat qebûlkirin. Arînê dê tevî dayika xwe îro ji girtîgehê derkeve.    Arînê hîn du mehî bû tevî dayika xwe Esma Yilmaz ketibû girtîgehê. Esma berê jî 3 caran ji bo serbestiya bi denetîm serî li dadgeriya înfazê dabû lê ev daxwaza wê nehatibû qebûlkirin. Esma loma serî li AYM'ê dabû. AYM'ê hîn derbarê dosyayê de biryar nedaye   Her wiha pitika Hulya Usanmaz a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin, Avaşîn jî rewşa wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe girantir dibe. Hat hînbûn ku birîna Avşînê ya li ser rûyê wê li dev û qirika wê jî belav dibe û tedawiya wê nayê kirin. Her wiha hat hînbûn ku loma pitika bi navê Avşînê nikare xwarinê bixwe.