Li bersûcê êrîşa zayendî 80 sal ceza hat birîn 2019-09-17 16:47:48   MÊRDÎN - Li bersûc M.Ş.Y. yê li Dêrikê tacîz û tecawîzî 50 xwendekaran kir, 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna doza darizandina peywirdarê paqijiyê yê dibistanê M.Ş.Y. ê di meha Adarê ya sala 2017’an derket holê ku li navçeya Dêrîk a Mêrdînê tacîz û tecawîzî 50 xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’an de kiriye, hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Aliyên bersûc û mexduran û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn.    Bersûc M.Ş.Y. ji girtîgeha lê girtîbû anîn danişînê û di danişînê. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.    Destpêkê parêzerên mexdûran mafê axaftina girtin û parastin kirin. Parêzeran, diyar kirin ku zarokan ji ber zextan îfadeyên xwe paşve kişandine û xwestin bersûc bêceza kirin.    Dûre parêzerên bersûc parastin kirin. Parêzeran, dan zanîn ku komplo li muwekîlê wan hatiye kirin. Parêzeran, di heman demê de xwestin ku kesên navên wan di qeydên deng de derbas dibin jî bên şahidiyê bikin.    Dozger, daxwaza parêzerên bersûc red kir û mutalaaya  xwe ya berê dabû dubare kir. Şandeya dadgehê, biryara xwe aşkere kir û 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li M.Ş.Y. birî.    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê berî danişînê daxuyanî dabû û gotibû ku ew ê li dijî êrîşa zayendî ku li zarokan tê kirin deng nemînin.