Bersûcê êrîşa zayendî piştî 7 mehan hat girtin 2019-09-12 13:04:44   WAN - Li navçeya Rêya Armûşê mêrê 67 salî yê bi navê Î.T. ku li zaroka 7 salî êrîşa zayendî kir piştî 7 mehan bi biryara dadgehê hat girtin.    Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mêrê bi navê Î.T. yê 67 salî ku li zarokê êrîşa zayendî kir û bi şertê kontrola edlî hat berdan piştî 7 mehan hat girtin. Bûyer piştî ku zarokê ji dayika xwe re bahsê kir hat aşkerakirin. Piştî beyana zarokê malbatê malbatê serî li dozgeriyê da û Î.T. yê hat binçavkirin piştî îfadeya wî hat girtin bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Piştî biryara dozgeriyê di îdanameya ku hat amdekirin de piştî bi bi du mehan li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin.    Bersûc Î. T. nexweşiya xwe weke hincet nîşan da û tevlî daneşîna yekemîn ku beriya demeke kurt hat dîtin nebû. Parêzerên zaroka mexdûr jî gotin ku bersûc bi sedema zayendî tevgiriyaye, sûc pêk hatiye û xwestin ku dadgehe temenê zarokê jî li ber çav bigire û derbarê bersûc Î.T. biryara girtinê bide.   Parêzer bersûc Î.T. jî diyar kir ku xisûsên dijber qebûl nake û xwest ku ji ber ku muwekîlê wî 67 salî û nexweş e, weke pêvajoya lêpirsînê derbarê muwekîlê wî de bergiriyên kontrola edlî pêk bên. Derûnasê Dadgeha Malbatê ku tevlî daneşînê bû jî diyar kir ku zaroka mexdûr pirsan têdigihîje û bersivên guncav dide bersivan û ev tişt got: "Zaroka mexdûr piştî bûyerê travma derbas kiriye û xerabebûna stresê jiyaye. Ji ber vê yekê divê ji bo zarokê bergîriyên tednuristiyê pêk bên."    Piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn, dadgehê biryar da ku bersûc  Î.T. bê girtin. Î.T. piştî 7 mehan hat girtin.   Daneşîna piştî vê taloqî 20'ê Îlonê kir.