Sara Kaya di daneşîna 13'emîn de jî nehat tehliyekirin 2019-09-11 13:00:46   MÊRDÎN - Hevşaredara berê ya Nisêbînê Sara Kaya di daneşîna 13'emîn a doza ku jê dihat darizandin de jî nehat tahliyekriin û şahidê aşkera ku derbarê îfadeyên xwe yên berê de agahî dan axafinên berê û yên niha hev negirtin.    Daneşîna 13'emîn a doza ku derbarê Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya de di 13'ê Çileya 2017'an de hatibû vekirin ku Sara jê girtî tê darizandin hat dîtin.  Sara ya ku bi îdaya "Yekitiya dewletê xira kiriye" tê darizandin daneşîna doza wê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin û bi rêya SGBÎS'ê ji ji Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Wanê tevli dozê bû.    'Derbarê dozê de delîlên derew hatin afrandin'   Piştî tesbîta nasnameya îfadeyên şahidên nû hatin xwendin.  Dozger xwest Kaya bi cezayê muebbetê bê cezakirin û girtî bê darizandin. Prz. Kamuran Tanhan, jî diyar kir ku li gorî îfadeya şahid a nû muwekîla wî di meha 9'an a 2015'an de girtî bû û dibêje 'Min ew li çiyayê Bagokê dîtiye'. Ev bi xwe nîşan dide ku bi derewên bê kok der barê Sara Kaya de delîlan ava dikin. Şahidên din jî diyar dike ku di nava 2 saetan de 279 kes teşhîs kirine. Lê ev n mumkun e.    Sara Kaya jî anî ziman ku wê baweriya xwe ya li hemberî hiqûqê winda kiriye û wiha got: "Li gel ku ez di sala 2015'an de girtî bûm wekî ez li derve bim nîşan didin. Ger ku min di bin baneyê Qeymeqam û Kizilayê de alîkarî ji Sûriye re şandibe sûc e raste min ew sûc kiriye. Ji ber ku ez şaredarim wekî sûc tê dîtin. Hemû delîl bê bingeh in. Em baş dizanin ku li vî welatî mirov kurd be û HDP'yî be sûc e. Ger ku wisa be raste min ev sûc kiriye.     Piştre şahid B.Y. yê ji Girtîgeha Hêjmar 5 a Silivrî beşdar bû, diyar kir ku ew Sara nas nake û ket nava nakokiyan. Piştî îfade û parastinan heyetê biryara berdewama girtina Sara da û doz taloqî 6'ê mijdarê kir.