'Ji ber nebûna mekanizmaya parastinê Muzeyyen hat kuştin' 2019-09-09 18:11:59   AMED - 1'emîn danişina doza kujerê Muzeyyen Boylu ya Mesut Issi li Amedê hat dîtin. Parêzera malbata Boylu Asli Pasînlî, bal kişand ser peymana Îstanbulê û got: "Eger mekanîzmaya parastina Muzeyyen Boylu hebûya, wê 18 roj şûnde Muzeyyen nehata kuştin."    Di 19'ê gulanê de Prz.Mesut Issi hevjîna xwe Prz. Muzeyyen Boylu, kuşt. Piştre, dozger der barê Mesut Issi de bi sucdariya "Bi zanebûn û plan kuşt" doz vekir. Yekemîn danişîna doza kuştina Muzeyyen Boylu li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Bersuc Mesut Issi û malbata Muzeyyen Boylu amade bûn. Dîsa parêzerê malbata Muzeyyen Boylu Sînan Tanrikulu, Asli Pasinli û Hatice Demir amade bûn.    Di danişînê de nûnerên Baroya  Amed, Enqere, Sînop, Kirklareli, Edene, Konya, Şirnex, Bursa, Mersîn, Afyon, Semsûr, Koçaelî, Erzirom, Îzmîr, Sêrt, Trabzon, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Dîlok, Stenbol, Riha, Çewlîg, Êlih, Wan, Qers, Edirne, Mêrdîn, Aydin, Antalya, Erdaxan, Wekîla polîtîkayên Civakî u Malbatî Turhan Bagriyanik, Nûnerên KADEM, (OHD), Vakfa Piştevaniya Jinan, ÎHD, parlamenterên HDP'ê, Komeleya Jinan a Rosa, Platforma Jinan a Dîcle Amed  (DAKAP), Tevgera Jinên Azad (TJA), TÎHV û zêdeyî 100 parêzer amade bûn.    Rojnamegerên xwestin dozê bişopînin polîsan destûr neda ku derbasî salonê bibin. Piştî niqaşa di navbera parêzer û polîsan de, rojnameger derbasî salonê bûn. Danişîna dozê bi tespîta nasnameya Mesut Issi dest pê kir. Bersûc Mesut Issi, îdîa kir ku derûniya wî xerab e û parastin nekir. Bersuc Mesut Issi parast ku nikare parastinê bike û xwest mafê xwe yê bêdengiyê biparêze. Mesut Issi, xwest di danişînek pêş de bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişinê bibe.    Parêzerê Mesût Issi Kutbettin Odabaşi ji parast ku derûniya muwekilê wi nebaş e û sewqa wî ya Nexweşxaneya Ruh û Nexweşiyên Sînîr a Xarpêtê nehatiye kirin. Odabaşi parast ku mafê muwekilê wî yê darazê hatiye îhlalkirin.    Dayika Muzeyyen Boylu, Turkan Boylu jî diyar kir ku ew ji bersûc bi gilî ye û xwest tev li danişîna dozê bibe. Parêzerê malbatna Muzeyyen Boylu jî xwest 30 baro û komele jî tevlî danişina dozê bibin.    Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, diyar kir ku rêxistinên jinan bi çalakiyên xwe balê dikişînin ser cînayetên jinan, lê cînayetên jinan didomin û wiha got: "Em dibêjin cînayatên jinan polîtîk in. doza Muzeyyen Boylu minakek balkêş e. Li gel ku parêzer e jî nekariye xwe biparêze. Me ev yek di kuştina Emine Bulut de jî dît." Rêxistinên Jinan û baroyan jî xwest li gorî qanûna parêzeran a 76 û 95’an li gorî peymana İstanbul û CEDAW'ê tev li danişînê bibin.    Heyeta dadgehê jî daxwazên parêzeran nirxand û red kir. Heyetêder barê Bersûc Mesut Issi de biryara berdewama girtinê da. Dîsa xwest Abdullah Koyun wekî şahîd tevlî danişînê bibe. Heyetê doz taloqî 4'ê mijdarê kir.