‘Daraz li jorî mirovan wek alava tirsandinê disekine’ 2019-09-07 09:18:36   STENBOL - Hevberdevka OHD’ê ya Stenbolê Îlknur Alcan diyar kir ku tevî biryara protestoya gelek baroyan, serokê TBB’ê tevlî vekirina Kuliyeya Serokomariyê bûye û got ev tiştekî bi xof e û got daraza ku serbixwebûna xwe winda kiriye, li jorî mirovan wek alava tirsandinê disekine.   Nîqaşên der barê vekirina Sala Edlî ya 2019-2020’an a li Navenda Çand û Kongreya Serokomariyê pêk hat, didomin û bertekên li hember tevlîbûna serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu jî didomin. Hevberdevka Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Stenbolê Îlknur Alcan diyar kir ku dîmenên ji Kuliyeya serokomariyê tespîta ku darazê serbixwebûna xwe winda kiriye ye.   Îlknurê wiha got: “Serokomarê niha serokê giştî yê partiyekê ye. Ne serbixwe û bê alî ye. Divê daraz jî serbixwe û bê alî be. Me di vekirinên berê de jî dît. Dadgeran hewl dan cupeyên xwe pevxin. Bi hev re çûn çay kom kirin. Ev jî nîşaneya ku daraz ne serbixwe ye. Em di gelek dosyayan de bi taybet di dosyayên siyasî de dibêjin:êdî bi destê rêveberiyê daraz tê bikaranîn û hewl tê dayîn bi vê siyaset bê dîzayndkirin. Girtina parlamenter û şaredaran nîşaneya herî mezin e. Dixwazin vê bi destê darazê rewa bikin.   ‘Mixabin nasnameya hiqûqnasiyê ya Metîn Feyzîoglu tune ye’   Îlknûrê destnîşan kir ku tevî protestoyên baroyan serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglu tevlî vekirinê bûye û got: “Ev bi rastî rewşeke bi xof e. Em her tim dibêjin; Feyzîoglu êdî wê tiştekî nebaş neke. Lê sax be her tim me matmayî dihêle. Axaftina wî jî bi heman awayî ye. Got ‘mijara gotinê welat be yê din teferuat e’. Mafê serokê Yekitiya Baroyê tune ye tiştek wisa bêje. Ger wisa dibêje bila wî cupeyî dayne û dest ji serokatiyê berde. Bi vî awayî dikare bi siyasetmedarên alîgir re bimeşe. Peywira sereke ya serokê TBB’ê ev e ku ewlehiya hiqûqê biparêze. Divê darizandina adîlane biparêze. Lê mixabin Feyzîoglu tu car pratîkek wisa nîşan neda.    ‘Ne pêkan e em behsa demokrasiyê bikin’   Îlknurê bi lêv kir ku heta îro gelek parêzar hatine girtin û binçavkirin û got: “Serokê Yekitiya Baroyan parêzer sûcdar îlan kir. Ji ber vê em dikarin bêjin ku ew ‘rûyê reş’ yê pîşeya me ye. Ji ber vê helwesta baroyan pir erênî ye. Em piştgiriyê didin vê helwestê. Li cihekî ku rêveberkirin serkêş be vekirina sala edlî nikare bê kirin. Divê baro bi taybet jî hiqûqnas piştgiriyê bidin. Ji ber vê helwesta baroyan gelek erênî bû.”   Îlknurê di berdewamiyê de daxuyakirin ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye û got herî zêde parêzer vê hîs dikin. Îlknûrê got daraz bi giştî siyasî bûyer û bi KHK’yên hatin hema hemû qanûnî bûye û ne pêkan e em behsa demokrasiyê bikin.