Li Hozan Canê doza heqaret li Serokkomar kiriye hat vekirin 2019-09-06 09:24:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hozan Canê ya ku bi îdiaya "Endama Rêxistinê ye" bi girtî tê darizandin, bi hinceta heqaret li Serokkomar kiriye dozek din hat vekirin.   Hunermend Hozan Canê ya hemwelatiya Elmanyayê ye di 24'ê Hezîranê de ji piştigiriya HDP'ê ya hilbijartinên Parlamenteriyê û Serokkomariyê hatibû Navçeya Enezê ya Edirneyê û hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Li Hozan Canê ya ku bi îdiaya "Endama Rêxistinê ye" bi girtî tê darizandin, bi hinceta heqaret li Serokkomar kiriye dozek din hat vekirin.   Li agahiyên Parêzera Hozan Canê, Newroz Akalin da hat gotin ku ji ber Hozan Canê li ser rûpela xwe ya facebookê karîkaturek derbarê Recep Tayyip Erdogan de parve kiriye derbarê wê de dozek nû dane destpêkirin.    Dê rûniştina Hozan Canê ya din di 16'ê Îlonê de bê dîtin.