Danişîna Mulkiye Bîrtane hat taloqkirin 2019-09-05 15:37:49   AMED - Endama Dîwanê ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê Mulkiye Birtane di rûniştina xwe ya 4'emîn Dadgeha Ceza yê Giran de tevî pirsgirêkên wê yên tenduristî hebû jî nehatibû tehliyekirin.    Di 26'ê Mijdara 2018'an de li Amed, Enqere û Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Endama Dîwanê ya KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê Mulkiye Birtane li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin. Piştî ku Mulkiye hat binçavkirin şûnde anîbûn Qersê û piştî ku îfadeya wê li emniyeta Qersê hatibû girtin şûnde ew anîbûn edliyeya Qersê. Mulkiye bi hinceta "Endama rêxistinê" hatibû girtin.    Mulkiye ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Qersê tê girtin di 24'ê Kanûna 2018'an de bê hincet surgunî Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Xarpêtê kirin.    Mulkiyeya ku ji ber faaliyetên xwe yên KCD'ê dihat darizandin dosyaya wê bi ya Qersê re kirin yek. Îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran rûniştina Mulkiyeyê hat dîtin. Mulkiye bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Îmam Taşçier, malbata Mulkiye, parêzerên Mulkiyeyê, Mehdi Ozdemir, Emel Sayin, Pîrozhan Karali beşdarî rûniştinê bûn.    'Pirsgirêkên min ên tenduristîyê zêde bûne'   Mulkiyeyê got:"Min berê jî parastina xwe kiribû. Ez heman parastinê dubare dikim. Ev dora 10 mehî ye ez girtî me. Pirsgirêkên min ên tenduristîyê zêde bûne. Ez dixwazim ev pirsgirêkên min ên tenduristî jî li ber çavan bê girtin û ez tehliyeya xwe dixwazim."   Parêzeran anîn ziman ku tiştekî ku li parastinê bê zêdekirin tune ye û piştî mutalaadê gotin ew ê parastina hûrgulî bikin.    Danişîna Mulkiyeyê taloqî meha mijdarê hat kirin.