Parêzerên hatin binçavkirin: Em li dijî dijhiqûqiyan serî natewînin 2019-08-25 09:03:58   ÎZMÎR - Parêzerên, tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên HDP’ê protesto dikirin rastî şîdeta polîsan hatin û hatin binçavkirin diyar kirin ku ew serî natewînin û li dijî faşîzmê wê gotina xwe her tim bêjim.   Ji bo şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û bertekên li dijî qeyûman didomin. Li Îzmîrê 36 parêzeran endamên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) xwestin daxuyaniyekê bidin û bi nûçegîhanên ku daxuyanî dişopandin re hatin derbkirin û binçavkirin. Seroka ÇHD’ê ku ew jî hat binçavkirin Parêzer Nergîz Tugba Aslan, bertek nîşanî binaçvakirina parêzeran da û da zanîn ku ji bo bikaranîna mafên demokratîk û qanûnî destur neyê dayîn.   ‘Biryara Walîtiyê dijhiqûqî ye’   Nergîzê da zanîn ku Walîtiya Îzmîrê 10 rojan hemû bername qedexe kirine û got ku ev  dijhiqûqî ye. Nergîzê ev tişt bi lêv kir: “Hemû hêzên ewlehiyê yên vê biryarê pêk tînin dihiqûqiyê dikin. Lê ki dijî vê bêqûqiyê em serî natewînin, natirsin û em ê gotina xwe hertim bêjin.”   ‘Dema xwe ya dawî dijî’   Nergîzê destnîşan kir ku bi qeyûman desteserkirina şaredariyan darbeye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêbaza li bajarên din cereband, wekî her demê  li bajarên ku kurd lê dijîn tûndtir hat pêk anîn. Raste rast dest danîn ser rêveberiyên şaredariyan. Em ê vê her tim bêjin. Ev demek dirêj e em di şertên faşîzmê de dijîn û her diçe ev tûndtir dibe. Faşîzm wisa ye. Li gorî hewcedariya xwe tûnd dibe. Rêbazên bi kar tîne jî li gorî wê diyar dike. Lê pêkanînên otorîter yên wek faşîzmê demek wê heye. Ez wisa difikirim ku dema xwe ya dawî dijî.”   ‘Em tu car serî natewînin’   Ji parêzerên ÇHD’ê Fatma Ozturk jî daxuyakirin ku parêzer bi awayekî dijhiqûqî hatine derbkirin û binçavkirin û wiha got: “Me bi dehan caran ji wan re got ku em ê wek hiqûqnasên azadîxwaz, hiqûqê biparêzin. Me her tim got ku em ê li dijî rêbazên faşîzan û dijhiqûqiya desthilatdariyê derkevin. Em tu car serî natewînin.”