‘Dijhiqûqiyeke aşkera heye' 2019-08-15 09:11:35   STENBOL - Parêzer Gulîzar Tuncel diyar kir ku li ser daxwaza tahliyeyê ya kesên li DGM’ê dihatin darizandin, bi sedan gumanbarên Hîzbullahê hatine tahliyekirin û daxwaza girtiyên siyasî nehatiye qebûlkirin. Gulîzarê wiha got: “Hiqûqa serdestan li gorî berjewendiyên wan tevdigere. Lê ya di vir de dijhiqûqiyek aşkera ye. Bi taybet divê baroyên Kurdistanê li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”   Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), hebûna dadgerê leşkerî yê di 1998’an de di doza Îbrahîm Încal de li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM), wek ‘binpêkirina mafê darizandina adîlane’ ya di 6’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS), nirxand û daxwaz kir ku mexdûriyet bê rakirin. Gelek kesên li DGM’yên li Amed, Wan, Erzirom, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Meletî û Edeneyê hatibûn avakirin, dihatin darizandin, piraniya wan serî li DMME’ê dan. DMME’ê biryar ku mexduriyet bê rakirin lê Tirkiyeyê demek dirêj ev pêk neanî.   Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ji bo Abdullah Altun yê 20 salan di girtîgehê de mabû riya tahliyeyê vebû. Gelek girtiyên li DGM’ê hatibûn darizandin û ceza girtibûn, biryara Abdullah Altun mînak nîşandan û bi daxwaza ji nûve bên darizandin tahliye xwestin. Di esasa tahliyeyê de gelek girtiyên Hîzbullahê hatin tahliyekirin. Lê serlêdana girtiyên siyasî nayê qebûlkirin.   ÎHD’a Stenbolê di 2’ê tebaxê de bi daxuyaniya ku da, kampanya ‘em di darizandina ji nûve de wekheviyê dixwazin’ da destpêkirin. Parêzer Gulîzer Tuncel ya di kampanyayê de cih digire, dozên DGM’ê û kampanya wê çawa bê meşandin nirxand.   Gulîzarê geşedanên di dozên DGM’ê de tên jiyîn nirxand û da zanîn ku mirovan ji pêvajoyên binçavkirinê şûnde demek dirêj îşkence dîtine û wiha got: “Rêbazên darizandina qedexe pêk hatine, bi awayekî dijhiqûqî girtekên îfadeyan, nîşandana cih, teşîskirina girtekan, dihatin meşandin. Ji belgeyên bi zorê pê dihatin îmzekirin dihatin darizandin. Di hemû îdianame û belgeyên dij hiqûqî, xwespartina esas a mutalayan teşkîl kir. Bi awayekî dijhiqûqî biryarên girtinê hatin dayîn.Yanî hemû darizandinên DGM’ê rêgeza serbixwebûnê binpê dikir. Ev darizandin hemû ne adîlane bûn.”    ‘Hîzbullahî hatin berdan’   Gulîzarê ev tişt anî ziman: “Di 1999’an de dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, li DGM’ê dawî li peywira dadgerên leşkerî anîn. Ji bo dîmena ‘em darizandina adîlene dikin’ bidin Ewropayê ev kirin. Ji ber vê jî darizandina kesên ji doza Hîzbulahê ceza girtine jî di esasê de dadixînin dadgehên DGM’ê. Lê tu eleqeya vê pê tune. Ew piştî 2000’î hatin darizandin. Dema dihatin darizandin dadgerên leşkerî tunebûn. Bi sedan Hîzbullahî, ji ber biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya der barê doza girtiyên PKK’ê Abdullah Altun de, hatin berdan. Divê bûyereke nîşandana mînakek wisa tunebe. Li her çar alî Tirkiyeyê girtiyên Hîzbullahê ji vê fêde girtin.”   ‘Divê pirsnîşanan çêbike’   Gulîzarê got tiştên hatine jiyîn divê rê li ber pirsnîşanan vebike û nêrînê xwe anî ziman: “Endamên Hîzbullah, El Kaîde, DAIŞ’ê hatin berdan. Gelo ev kes îro çima bi awayekî komî tên tahliyekirin. Gelo ev amadekariya çi ye? Divê ev bê lêpirsînkirin. Gelo ev amadekariya faliyetên kontrayek nû ye? Gelo tabloyek reş li pêş me ye? Ev bi hincetên siyasî dikare bê vegotin.”   ‘Divê baroyên Kurdistanê deng derxin’   Gulîzarê balkişand ser kampanyaya ‘em di darizandinên nû de wekheviyê dixwazin’ û daxuyakirin ku ev biryareke dereng mayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de baroya Amedê û hemû baroyên Kurdistanê divê heta niha bi dehan daxuyanî bidana. Divê bertekên xwe nîşan bidana. Berpirsyariyeke baroyan ya wisa ye. Divê baroyên Kurdistanê bi awayekî xurt dengê xwe derbixin. Em ê daxuyaniyên hevpar bidin. Dosya amade bikin. Em ê bi malbatan re bikevin tevgerê.”