Fîgen Yuksekdag: Îktîdar hildiweşe 2019-07-26 12:44:19   ENQERE - Danişîna Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag dest pê kir.Fîgenê yaku parastina xwe kir wiha got: “Em di encama pêkanînên dij demokratîk ên desthilatdariya siyasî de hatin girtin. Di pêvajoya derbas bûyî de xwestin me tesfiye bikin. Lê yên xwestin me tesfiye bikin îro îktîdara wan hildiweşe.”   14’emîn danişîna doza Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku girtî jê tê darizanedin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê  li16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.    Fîgenê bi Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parlementerê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz, rêxistina HDP’ê ya Enqerê û gelek kesan danişîn şopandin.    'Yên xwestin me tasfiye bikin tasfiye dibin'   Fîgenê, berî dest bi parastina xwe bike, temaşevan silav kirin û wiha axivî: “Em di encama pêkanînên dij demokratîk ên desthilatdariya siyasî û bêhiqûqiyê de hatin girtin. Xwestin bi girtinê HDP’ê tesfiye bikin. Lê yên xwestin me tesfiye bikin bixwe tesfiye bûn. Yên ku xwestin me ji gel qût bikin, bi xwe ji gel qût bûn. Desthilatdariya siyasî û hevkarên wê dinava pêvajoyek belavbûnê dene. Dîwarên ku me hepsî wan kirin, niha li rûyê wan dike. Di hilbijartinên 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de, me rastiyek pir zelal dît. Em fêr bûn ku gelên Tirkiyeyê bi hev re qezenc bikin. Di 31’ê Adarê û 23’yê Hezîranê de gel dîrok nivîsand. Dîroka çawan ku tê qezenckirin nivîsandin. Lê mixabin mekanîzmayên desthilatdariyê tu dersan ji van peyaman dernaxin. Vî gelê ezmûna demokrasiyê derbas kir û li dijî faşîzmê bû xwedî seknek bi hêz. Me bi hevre ev hilbijartin qezenc kir. Emê niha jî demokrasiyê bi hevre qezenc bikin. Heman serkeftinê, emê ji bo qezenckirina demokrsiyê jî nîşan bidin.”   Daneşîna Fîgenê berdewam dike.