Dadgeha Îstînafê biryara der barê Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel de xera kir 2019-07-19 14:20:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Îstînafê biryara 30 sal cezayê li Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel birî bû xera kir.   Heyeta Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ku 30 sal ceza li Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak birî bû xera kir. Dadgeha herêmî li Gultan 14 sal û 3 meh ceza û li Sebahat jî 15 sal ceza birî bû. Heyeta Dadgeha Îstinafê ya Edliyeya Herêma Dîlokê biryara dadgeha herêmî ya der barê Sebahat û Gultan de xera kir.