Cezayê hunermend Zûhal Olcay hat erêkirin 2019-07-19 11:59:43   NAVENDA NÛÇEYAN - 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê yê ji bo hunermend Zûhal Olcay hatibû dayîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.     Hat îdiakirin ku hunermend Zûhal Olcay a di 5’ê tebaxa 2016’an de li cihekê Kadikoyê di dema stran digot de, bi liv û tevgera destên xwe heqaret li Serokkomar Tayyîp Erdogan kiriye. Di der barê mijarê de dadgehê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê ji bo hunermend Zûhal Olcay da. 16’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê Zûhalê erê kir.    Di encama îxbarekê de, derbarê hunermend Zûhal Olcaya de doz li 46’emîn Dadgeha Cezayê Aslî ya Stenbolê hat vekirin û bi îdîaya “Heqaret li Serokkomariyê kirin” 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birin. Piştre 2’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma Stenbolê, ev ceza derxist 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê.