Em şahidê rojnamegeriya Kîbriyeyê ne 2019-07-19 09:10:09   Berîtan Elyakut   AMED - Rûniştina rojnameger Kîbriye Evren ya duh hat dîtin taloqî dîrokek din hat kirin û rûniştin heta dawî di bin nezareta polîsan de hat kirin. Di rûniştina ku di şexsê Kîbriyeyê de pîşeya rojnamegeriyê hat darizandin de, Kîbriyeyê berata xwe xwest. Kîbriyeyê carek din diyar kir ku rojnemgerî ne sûc e û me hevpîşeyên wê jî di bin çavdêriya polîsan de şahidiya vê kir.   Rojnameger Kîbiriye Evren di 9’ê Cotmeha 2018’an de di çarçoveya operasyonê de hat binçavkirin û ev 9 mehe girtiye. Kîbriye ji sûcên ‘endamtiya rêxistinê, kirina propanganda rêxistinê’ û îfadeyên şahidên veşarî 6 rûniştine nayê berdan.   Rûniştina 5’emîn, ji ber Kîbriye di grevê de bû û tevlî dadgehê nebû taloqî 18’ê Tîrmehê hatibû kirin. Me hevalên wê jî riya Edliyeya Amedê girt. Em ji alava X-Ray derbas bûn û çûn ber deriyê 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran. Ne tenê hevalên wê yên JIN NEWS’ê gelek rojnameger hatibûn rûniştinê. Rûniştin saet di 11.40’î de dest pê kir.   Berata xwe xwest   Polîs jî hatibûn rûniştinê. Wêneyên rojnamegerên rûniştin dişopandin kişandin. Rojnamegeran ji sekna xwe tavîz nedan û zextên hatin jiyîn li ber çavan nîşan dan. Piştî Kîbriye anîn salonê em jî çûn. Polîs jî li pey me bûn. Kîbriye bi rûkenî got hûn çawa ne û yek bi yek silav şand. Kîbriyeyê diyar kir ku ew rojnameger e, ji ber vê tê darizandin û divê bê beratkirin.   Kîbriyeyê got her cihê ku jin lê heye qada rojnamegeriyê ye û wiha got: “Hemû tiştên min kirine faaliyetên rojnamegeriyê ne. Ez rojnamegerek tê nasînim. Saziyên Civaka Sivîl, Saziyên jinan partiyên siyasî çavkaniyên nûçeyên min in. 10 mehe girtîme. Ez wek rojnamegerekê hatim girtin. Rojnamegerên din hatin berdan. Ez li ser îfadeya şahidên veşarî girtîme. Çûyîn û hatina min ya partiyên siyasî faliyetên min yên rojnamegeriyê ne. Ez ê bikaranîna azadiya xwe berdewam bikim. Ez ne tahliyeyê, berata xwe dixwazim.”   ‘Pîşeya min sedema girtina min e’   Kîbriyeyê daxuyakirin ku dosyayek aydê 2010’an bi ya niha re kirine yek û wiha pêde çû: “Xwestine dosyayek mirî zindî bikin. Ji bo cezakirinê ev dosya kirine yek. Ez vê qebûl nakin. Ez pîşeya xwe bi hezkirin dikim. Ji ber pîşeya min bûye sedema girtina min ez xemgîn im.”   Piştî îfadeya Kîbriyeyê parêzeran parastin kir. Dadgehê biryara xwe vegot û rûniştin taloqî dîrokek din kir.