'Heta edalet pêk were em ê têbikoşin' 2019-07-10 14:16:51   ENQERE - 3’yemîn danişana doza Şûlê Çet îro dest pê kir û beriya danişînê jinan daxuyanî dan û diyar kirin ku dê destûr nedin ku kujer û tecawîzkar li kolanên Enqerê dest û milên xwe bihejînin û bi gerin û gotin: “Heta edaleta rast pêk were, em ê têkoşîna xwe bedewam bikin.”   3’yemîn danişîna bersûc Berk Akand û Çagatay Aksû yên di doza Şûle Çet a li Enqerê ji kata 20 a Plaza Yelken ket xwarê, rastî êrîşa zayendî hatibû û bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest bû, li 31’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dest pê kir.    Tora Parastina Jinê, Meclîsên Jinan, Komîsyona Edaletê ya ji bo Şûle Çet û gelek rêxistinên jinan ên demokratîk berî danişînê li ber Edliya Enqerê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum û ya Şirnexê Nûran Îmîr û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de pankartên “Ne edaleta zilam, edaleta rast” û “Ji bo Şûlê edalet, ji bo jinan edalet” vekirin.    'Em ê xwedî li mafê xwe derkevin'    Li ser navê Platforma Jinan a Enqerê Aysûn Gençtanir daxuyanî da û wiha axivî: “Edaleta zilam a dadger bi daxistina rewşa baş dozê dewam dike. Têkoşîna jinê ya di korîdorên edliyê de, bû sedem ku jin mafên xwe qezenc bikin. Em ê tim xwedî li mafên xwe derkevin. Em destûr nedin ku qatil û tecawîzkar di kolanên Enqerê de, dest û milên xwe bihejînin û bi gerin.”    'Divê edaleta rast li pêş bikeve'   Endama Jinan a Malagel Nebiye Mertturk jî, diyar kir ku doza Şûlê Çet, doza hemû jinên li Tirkiyeyê dijîne û wiha got: “Tu rastiya edaletê nema ye.” Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî, bal kişand ser hişmendiya edaleta zilam û wiha axivî: “Ger edaleta zilam neyê guhertin, em ê bi xwe edaleta xwe bikin. Heya ku di doza Şûle Çet de, edaleta rast pêş bikeve, em ê li vê derê rawestin. Em baş dizanin, dema jinek tê kuştin û rastî tecawîzê tê, hemû jin bi heman gefê re rû bi rû ne. Bi kuştina hinek ji me, vê yekê ferzî me dikin. Lê em ê tu carî destûrê nedin bê yekê û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”   'Têkoşîna wan a yekgirtî dê bidome'   Seroka Baskên Jinan a CHP’ê Fatma Kose jî, da zanîn ku ger têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dewam bike, teqez dê cînayetên jinan bi dawî bibin. Fatma, da zanîn ku ew hêvî dikin ku têkoşîna wan a yekgirtî tim dewam bike.    Piştî daxuyaniyê, jin ji bo şopandina danişînê derbasî salona dadgehê bûn.