Gumanbarê îstîsmarê yê hat beratkirin, sûc veşart 2019-07-09 09:13:30   Şehrîban Aslan   AMED - Meheta G. yê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Gazî Yaşargîl bijîşk bû, zaroka 12 salî îstîsmar kiribû. Metehan G. yê ji îstîsmara zayendî hat girtin, di rûniştina ewil de bi gotina ‘hişê min ne li serê min bû’ sûcê xwe veşart û heyeta dadgehê jî bi hinceta delîlên şênber tune ye biryara beraatê da.   Metahan G. yê li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdehiya Gazî Yaşargîl bijîşkî dikir, di 21’ê Sibatê de li navçeya Yenîşehîrê, zaroka 12 salî li rawestgehê bi hinceta navnîşanê bipirse û riya nexweşxaneyê nizane, li wesayîta xwe siwar kir û îstîmara zayendî lê kir. Piştî zarokê ji malbata xwe re bûyer got şûnde malbatê heman rojê serlêdana sûc kir. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Amedê û Dadgeriya Cezaya Sulh a 4’emîn ji sûcê ‘kes ji azadiya wê bêpar hiştin û îstîsmarkirin’ biryara girtina Metehan G. dan.   Di îfadeya ku zarokê dabû Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) de hat diyarkirin ku saet di 14.30’an de li rawestgehê dipa û Metehan G ji wê navnîşan pirsiye û gotiye bikeve wesayîtê û xwestiye rê nîşan bide. Zarokê daxuyakirin ku çawa li wesayîtê siwar bûye rastî îstîsmara zayendî ya Metehan hatiye.   Bavê zarokê, Metehan gilî kir   Metehan G. di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê de îdia kir ku wê gotiye qey zarok 19 salî ye û îdia kir ku wî zarok îstîsmar nekiriye. Her wiha Metehan G. got wê rojê hişê wî belav bûye û nizane ku çima zarok jî girtiye wesayîta xwe û hewl da sûcê xwe rewa bike.   Li ser îfadeya bi biryara 4’emîn Dadgeha Cezaya Sulh a Amedê biryara girtina wî da. Îdianame ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Rûniştina yekem di 10’ê Nîsanê de hat dîtin. Di rûniştina ewil de zarok û malbata xwe îfadeyên xwe şûnde kişandin û Metehan G. hat tahliyekirin. Merciyê her wiha biryara berata Metehan jî da. Parêzerê Wezareta Malbat, Xebat û Civakî Remzî Atalay der barê biryara beratê de biryar bir îstînafê.