Li dijî biryara nefeqeyê ya îstînafê bertek 2019-07-08 09:17:22   WAN - Parêzer Esra Akgun bertek nîşanê biryara ‘nefeqeya bêdem’ a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê da û got wê biryar mexduriyetên cidî ava bike û wiha got: “Zextên malbat, xizm û eşîran, li aliyê din jî zextên aborî. Ji her alî de jin tên dorpêçkirin. Di biryara destberdana jinan de wê bandorek cidî bibe.”   11’emîn Daîreya Hiqûqî ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî a Stenbolê, di dozek destberdanê de, biryara ‘nefeqeya bêdem nikare bê dayîn’ da û bertekên li hember vê roj bi roj zêde dibin. Dadgehê temen aliyan û pêvajoya kurt a zewacê hincet nîşan da, tevî şîdeta sîstematîk a li herêmê, polîtîkayên ku ‘jinan mahkumê zewacê dike’ derdikevin pêş me. Parêzer Esra Akgun ku bi salan e li Erdîş a Wanê têkoşîna hiqûqî dide, biryar di alî herêmê de nirxand û wiha got: “Zextên malbat, xizm û eşîran, li aliyê din jî zextên aborî. Ji her alî de jin tên dorpêçkirin. Di biryara destberdana jinan de wê bandorek cidî bibe.”   'Nefeqa ji bo debara zarokan tê dayîn'   Esrayê got ji aliyê Qanûna Medenî ve nefeqa tê xwestin nefeqa tedbîr û xizaniyê ye û wiha pê de çû: “Nefa tedbîrê beriya doz bê vekirin an jî piştî hat vekirin, ji bo debara zarok tê dayîn. Li gorî Qanûna jin dema doza berdanê veke daxwaza wê tunebe jî seranserê dozê nefeqa tedbîrê tê dayîn. Dema doza berdanê bê vekirin ji xwe alî ji hev cuda dijîn. Ji ber jin naxebite û hatine wê ya dewletê tune, dikeve xizaniyek mezin. Li şûna dadgeh divê rewşa aborî demek kurt de lêkolîn bike û biryara xwe li alî jinê bide, pêvajoyê dirêj dike û jinan mexdur dike.”   ‘Bi rêk û pêk nayê dayîn’   Esrayê balkişand ser nefeqeya xizaniyê jî û ev tişt bi lêv kir: “Di encama doza destberdanê de dadgeh ji bo aliyê ku dikeve xizaniyê, nefeqeyê ferz dike. Her çiqas di civakê de bê dîtin ku jinên dest berdidin nefeqeyê digirin jî, tiştek wisa tune. Ji ber li gorî qanûn û îçtîhatan ji bo nefeqeya xizaniyê divê hevjîn bê qusur bin an jî qusurê wan kêm be. Yanî wek di çapemeniyê de tê nîqaşkirin, nefeqe bi rêk û pêk nayê dayîn. Mêr ji bo pêşiya nefeqeyê bigirin, beriya dozê hebûna mal yên li ser wan dewr dikin.”   Esrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her çiqas di sererastkitina nefeqeyê de ‘bêdem’ hatibe gotin jî ‘rewşên bidawîkirina nefeqeyê’ di qanûnê de hatine bicihkirin û wiha dawî lê anî: “Nefeqeya ji bo jinan tê diyarkirin wekê di rayagiştî de tê nîqaşkirin, ne zêde ye. Mînak, 200 TL, 250 TL an jî 350 TL ji biryarên dadgehan derdikevin.”