Rûniştina doza karesata Wargeha Aladagê dest pê kir 2019-07-04 12:03:43   EDENE - 10’emîn rûniştina karesata Wargeha Aladagê li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê dest  pê kir. Parêzer Can Atalay berî danişînê li ser navê malbatan daxuyanî da û got: “Ev doz doza mafê perwerdeyekê ye.”   10’emîn danişîna doza karesata şewitîna wargeha xwendekaran a li navçeya Aladag a Edeneyê ya di 29’ê Mijdara 2016’an de rû da û 11 jê zarok 12 kesam tê de jiyana xwe ji dest da û 22 xwendekar jî birîndar bibûn, dest pê kir. Ji bo 18 kesên Midûrê yurdê jî di navde, heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji 7’emîn danişîna dozê ve hemû bersûc ne girtî tên darizandin.     Berî danişînê malbatên zarokên xwe di karesatê de winda kirin, Baroya Edenê, Egîtim Sen, Komeleya Mafên Civakî (SHD) û gelek kesan li ber Odeya Bizirgahiyê ya Kozanê meşek li dar xistin.    Ji parêzerên SHD’ê Can Atalay li vê derê daxuyanî da û got: “Cemaeta Suleymanciyan bi her awayî tê parastin. Ligel vê siyasetê jî, malbat têkoşîna hesab pirsîna zarokên xwe dewam dikin. Wisan bi fikirin ku bersûc salekê jî, di girtîgehê de neman. Ev doz, dozekê mafê perwerdê ye. Yên ku perwerde emanete Suleymanciyan kirin, dêbibin vî barî de bi eciqin. Ev doz doza mafê perwerdê ye. Ev doz, doza 12 zarokên xizan ên xwestin li vî welatî bixwînine. Ev doz doza zarokên xizana ne.”   Seroka Giştî ya Egitîm Senê Feray Aydogan Aytekîn jî, diyar kir ku ewê heya dawiyê şopdarê vê dozê bin.    Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dest pê kir. Bersûcên karesata Aladagê, malbatên zarokan û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Dozger di danişîna derbas bûyî de xwest ji bo midûrê yûrdê, serokê komeleya girêdayî yûrdê jî di nav de 7 bersûcan ji 2 salan heya 15 salan, ji bo 9 bersûn din ji 3 mehan heya salekê cezayê girtîgehê bê dayîn û 2 bersûc jî bên beraet kirin.   Parêzerên bersûc li dijî daxwaza dozger, parastina nivîskî pêşkêşî şandeya dadgehê kirin. Dozger carek din daxwaza xwe nû kir.    Malbatên Aladagî jî, li dijî mutalayê daxwaza xwe ya edaletê nû kirin û xwestin hemû ber sûc bên ceza kirin.