Ji Cizîrê birîndar derket: Di doza cemawerî de cezayê 'muebetê' girt 2019-07-04 10:39:48   MÊRDÎN - Di serdema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de Hêlîn Oncu piştî ku birîndar bû bi biryara AÎHM'ê ya tedbîrê rakirin nexweşxaneyê. Piştre derbarê Hêlînê de doz hat vekirin. Tevî ku delîlên şênber tune bû jî bi hinceta "Li dijî ewlehiya dewletê sûc"  cezayê muebeta giran li Hêlînê hat birîn.     Di serdeme qedexeya derketina derva ya Kuçeya Surê ya Cizîra Şirnexê Hêlîn Oncu birîndar bûbû û bi bi biryara AÎHM'ê ya tedbîrê rakiribûn nexweşxaneyê. 3 jinan Hêlîna ku bi rojan agahî jê nedihat girtin, biribûn nexweşxaneyê. Hêlînê piştî ku ji nexweşxaneyê hat taburcukirin hatibû binçavkirin. Derbarê Hêlînê de bi îdiaya 'Endama rêxistinê ye' li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê doz hatibû vekirin. Di rojên buhurî de 5'emîn rûniştina Hêlînê hatibû dîtin û bi îdiaya "Li dijî ewlehiya dewletê sûc"  cezayê muebeta giran li Hêlînê hat birîn.     Parêzeran ji bo cezayê ku hat dayin îtiraz kirin   Parêzeran bi lêv kirin ku cezayê ku li Hêlînê hatiye birîn diyar dike ku sîstema hiqûqê hatiye hilweşandin û tevî ku delîl tunebûye û tenê Hêlînê di serdema qedexeya derketina derve de li Cizîrê bûye ceza lê hatiye birîn. Parêzeran gotin:"Di serdema qedexeya derketina derve de Hêlînê ji bo alîkariya xurekê ji bo gel bike çû Cizîrê. Piştî ku qedexe hat îlankirin êdî nikaribû derketa derve. Tevî ku delîlek jî tune ye, cezayê muebeta giran li Hêlînê hat birîn. Ji bo ev biryar bê betalkirin em ê serî li dadgeha îstinaf a Dîlokê bidin."